ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 26-07-2026

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 26-07-2026
26 tîrmeh, 2026   02:00

Jinên ji bajarê Tirbespiyê got ji bo mafên xwe gelek bedel dane û divê bi qanûnî mafên wan werin dayîn. (BI DÎMEN Û WÊNE)

Rûspiyê qebîleya Şerabiyan şêx Mihemed Arif El Hemdûn got ew zimanê nefretê û provakasyonan red dikin û ji hikumeta demkî daxwaz kir hemû kesên dixwazin li herêmê pirsgirêkan derxin, ceza bikin. (BI DÎMEN Û WÊNE)

Piştî hişkesaliyê û zirara ku cotkar ji ber hişkesaliyê dîtiye, li herêma Aliyan a gundewarê Çilaxa xelk dest bi çinîna zeviyên xwe yê Tirozî û Incûran kiriye. Li aliyeke din derdora berhemên xwe yên Şebeş û Petîxan jî ji giyayê hişk paqij dikin. (BI DÎMEN Û WÊNE)

Li kolan û taxên bajarê Hesekê çop zêde dibe, şaredarî diyar dike ku madeyên sotemeniyê, alav û karkerên paqijiyê kêm in. (BI DÎMEN Û WÊNE)