ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 26-05-2024

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 26-05-2024
26 gulan, 2024   02:00

Koçberên Efrînê yên li kantona Efrîn û Şehbayê dimînin, tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û destnîşan kir ku dê têkoşînê mezin bikin da ku azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bi dest bixin.

Hevseroka TEV-DEM’ê ya Kobanê Hedlê Hesen diyar kir ku tu hêz nikare gel ji Rêber Abdullah Ocalan qut bikin û ew ê têkoşînê hîn mezintir bikin.

Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk dê li welatên Ereban hevdîtinên dîplomatîk pêk bîne.

Rojnameyên erebî yên hefteya borî di mijarên xwe de behsa guhartinên ewlehî û partiyetî yên hikumeta Şamê pêk tîne, mirina serokê Îranê, hevrikiya Amerîka û Rûsyayê li ser Lîbyayê û rewşa Sûdanê kir.

Di çarçoveya dema diyarkirî ya ji bo propagandaya hilbijartinê li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de ˊTifaqa Gelan û Jinan ji bo azadiyêˊ mîhrîcanên propagandayê ji bo danasandina nazmet û bernameya xwe li Parka Azadî ya Qamişlo li dar dixe, saet 18:00ˊan, li kantona Minbicê li Yarîgeha Beledî li dar dixe, saet 16:30ˊan, li Reqayê saet 17:00ˊan, li Kobanê li Qada Şehîd Egîd saet 17:00ˊan, li Parka Serdem a taxa Mişêrfê ya Hesekê saet 17:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Yekitiya Parêzeran û Tevgera Civaka Demokratîk a Kantona Efrîn û Şehba li ser ˊDoza Kobanêˊ û girtiyên siyasî li hola Serdem a bajarokê Ehdasê panelekê li dar dixe, saet 10:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê serdanên xwe ji partiyên siyasî re dewam dike, saet 10:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Xelkê Şedadê yê kantona Cizîrê cenazeyê şervanê QSDˊê şehîd Hemîd Xelîl El Mûsa li goristana şehîdan oxir dike, saet 11:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Kongra Star di çarçoveya banga azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan de li kafeterya Telet Heleb a li taxa Şêxmeqsûdê ya Helebê çalakiyeke 3 rojan li dar dixe, ev çalakî weke diyalogan e û di navbera komên ji partî, saziyên sivîl û tevgeran pêk tê de tê kirin. Di wan diyalogan de, mijar û têgehên taybet bi fikrên Rêber Abdullah Ocalan ên di çarçoveya projeya neteweya demokratîk de tên nîqaşkirin. Saet 12:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)