‘Tu kes nikare me ji Rêberê me qut bike’

Hevseroka TEV-DEM’ê ya Kobanê Hedlê Hesen diyar kir ku tu hêz nikare gel ji Rêber Abdullah Ocalan qut bikin û ew ê têkoşînê hîn mezintir bikin.

‘Tu kes nikare me ji Rêberê me qut bike’
26 gulan, 2024   02:35
KOBANÊ
SARIYA ŞÊXO

Hevseroka Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) a Kantona Firatê Hedle Hesen têkildarî tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan ji ajansa me re axivî.

Hedle Hesen bibîr xist ku ji 25'ê Adara 2021'an ve agahî ji Rêber Abdullah Ocalan nayê girtin û got: “Ji fikir û ramanên Rêber Abdullah Ocalan ditirsin, ji ber vê her tim cezayên displînê didin. Dewleta Tirk a dagirker dixwaze qutbûnekê di navbera gel û Rêbertiyê de çêbike. Gelê kurd ê li ser ramanê Rêber Abdullah Ocalan, xwe nas kiriye, dûr bixîne.”

Hedle Hesen da zanîn ku ew bi fikrên Rêber Abdullah Ocalan heta vê astê hatine, xwe rêxistin Kiren, lewma tu kes nikare wan ji vê rê dûr bixîne û wiha dom kir: “Raste Rêber Abdullah Ocalan bi fîzîkî ne di nav me de ye, lê ew bi fikir û ramanên xwe di dil û mejiyê me de ye. Em ê çalakiyên xwe hîn zêdetir bikin. Em tu carî em dest ji fikir û ramanên Rêberê xwe bernadin.”

ANHA