ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 26-01-2024

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 26-01-2024
26 ÇILE, 2024   02:00

Sekretera KHRAG’ê Fazela Mahomad diyar kir ku hemleya ji bo azadiya Nelson Mandela ya sala 1980`an, niha ji bo Rêber Abdullah Ocalan dest pê kiriye. Fazela anî ziman ku tevlêbûna navneteweyî girîng e û got “Hevgirtina navneteweyî û daxwazên zelal ên ji bo pêvajoya muzakereyên demokratîk dê azadiyê bînin.” (BI WÊNE)

Endamên partiyên siyasî diyar kir ku çi dibe bila bibe divê ew welatê xwe biparêzin û rê li ber destwerdanên dewleta Tirk a dagirker bigirin û got “Bila PDK bi lîstikên dijmin nexape, her tişt berjewendiyên partiyekê nîn e.” (BI WÊNE Û DÎMEN)

Aloziya peydakirina dermanan li taxa Şêxmeqsûd a Helebê ya ji aliyê hikumeta Şamê ve hatiye dorpêçkirin, didome. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Di encama hedefgirtina kargehên enerjiyê de ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve, tabûrên erebeyan ji pêş stasyonên sotemeniyê heta bi taxan çûne da ku para xwe ya sotemeniyê wergirin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Jinên ji Efrînê ruxmî dorpêçê û zehmetiyên jiyanê, di hundirê kampan de rêya berxwedanê pejirandiye. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Evîna wan a azadiyê hişt ew dev ji bajarên xwe berdin û berê xwe bidin Kobanê û parastina wê li hember çeteyên DAIŞ'ê bikin. Wan ji tevahiya cîhanê re piştrast kir ku fîtneyên dewleta Tirk a dagirker bê encam in û xwîna Sûriyeyî yek e û îrade ji çekên herî nûjen bihêztir e. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Xelkê Qamişloyê li bin konê sersaxiyê ya li pêş mala wî ya li taxa Meselon hatiye vedan sersaxiyê ji malbata şehîd Mehmûd Derwêş re dixwaze, saet 10:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA