Balafirên Tirkiyeyê gundên Dihokê bombebaran kirin

Balafirên dewleta Tirk a dagirker herêm û gundên girêdayî Amêdiyê ya parêzgeha Dihokê bombebaran kirin.

Balafirên Tirkiyeyê gundên Dihokê bombebaran kirin
25 ÇILE, 2024   22:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî çavkaniyekî leşkerî ji Rojnewsˊê re diyar kiriye, balafirên dewleta Tirk a dagirker herêm û gundên girêdayî Amêdiyê ya parêzgeha Dihokê ya Başûrê Kurdistanê bombebaran kirin.

Li gorî heman çavkanî balafiran mezre û zeviyên welatiyan bombebaran kirin, di encamê de welatî birîndar bûn.

(fr)