ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 25-3-2025

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 25-3-2025
25 adar, 2025   02:00

Yek ji Fermandara YPJ`ê Nisrîn Ebdullah Konferansa Yekemîn a Jinên Kurd li Rojava bi xweparastinê pênase kir û diyar kir ku wan berê gotiye ew ê xwedî li hebûn û xwebûna xwe derkevin, ji bo vê yekê jî sozdar in.

Danezana Destûrî ya ku vê dawiyê li Şamê hat ragihandin, cudahiya wê ji destûrên Partiya Basaê nîn e, di warê çespandina desthilatdariya yek partî, yek reng, yek netewe û yek olî de. Lê ya rast ku Danezana Destûrî bi çend gavan destûra Baasê derbas kiriye.

Însiyatîfên Remezanê yek ji adetên şêniyên Reqayê ne, ku şênî alîkariyan li malbatan belav kirin. Ev yek hevgirtina civakî ya xurt nîşan dide.

Sekreterê Giştî yê Kongreya Daîm a Fedralîzmê yê ku di Newroza li Lubnanê de beşdar bûye kêfxweşiya xwe anî ziman û diyar kir ku gel bi girseyî beşdarî Newrozê bû û hêvî kir ku Newroza îsal bibe destpêka pêvajoya aştiya rasteqîn.

Dema tevgera gel 2011’an li Sûriyeyê dest pê kir, piranî elewiyan, ji ber metirsiya çewisandina mezhebî, piştgiriya rejîma Esed kir. Ruxmî hebûna dengê muxalif jî, helwesta elewiyan ji ber sedema çewisandina tund a rejîmê, yekgirtî nema. Bi hilweşîna Esed re di 2024’an de ji hêla HTŞ’ê ve ji ber çewisandinê û mezhebperestiyê şadî vegerî kabûsekê. Bi wê re siberoja elewiyan li Sûriyeyê kete metirsiyê.

Li Tirkiyeyê her roj rojeveke nû heye. Ji bo ku mirov xwe bigihîne leza geşedanan, divê mirov bibe bezvan. Her ku mijarek vedibe, mijareke din tê nixumandin. Lê hemû jî mijarên girîng in û divê nîqaş li ser wan bên kirin.

Şoreşger Arjîn Mihmed Elî (Berfîn Çem), Sarî El Hemed (Şervan Tebqa), Taha Elî El Hisên (Baran Amûdê), Idrîs Erneb (Diyar Efrîn) û Luey Şêx (Qurşin Mansura) li hemberî êrişên çeteyên dagirker bûn fedaiyên Helebê.

Xelkê bajarê Til Hemîsê yê kantona Cizîrê cenazeyê şervanê QSD’ê şehîd Mihemed Xelîl El Hesen li goristana şehîdan defin dike, (11:00). BI WÊNE Û DÎMEN

Bi beşdariya şandeyên ji tevahî bajarên kantona Cizîrê Kongreya Îslama Demokratîk li gundewarê bajarê Til Temirê daxuyaniyekê ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dide, (11:00). BI WÊNE Û DÎMEN