ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 25-11-2023

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 25-11-2023
25 mijdar 2023   02:00

Jinên ji Minbicê destnîşan kir ku wan bi saya fikrê Rêber Abdullah Ocalan hebûna xwe di nav civakê de îsbat kir û got: "Azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan azadiya me ye." (BI WÊNE Û DÎMEN).

Piştî qetilkirina jina Kurd a ciwan a bi navê Jîna Emînî ji aliyê "polîsên exalqê" yên desthilata Îranê ve bi hinceta ku hîcaba xwe baş girênedaye, têkoşîna gerdûnî ya jinan derbasî qonaxeke nû bû. Bûyera bi êş a qetilkirina Jînayê rê li ber serhildaneke rasteqîn a bi pêşengiya jinan vekir ku di dîrokê de mîna wê derneketiye. Serhildana bi dirûşma "Jin, Jiyan, Azadî" ya ji tezên Rêber Abdullah Ocalan hatiye girtin, êdî li her deverê ji aliyê jinan ve tê berzkirin.

Nivîskar Îbrahîm Şaban destnîşan kir ku eger fikr û armancên PKK'ê li ser erdê werin pêkanîn dê civakeke demokratîk û azad bê avakirin. (BI WÊNE).

Komîteya sotemeniyê ya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Dêrazorê belavkirina mazotê li welatiyan didomîne. Heta niha 115 hezar malbatan mazot wergirtiye û xebata belavkirinê didome. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Rêxistinên jinan ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo rizgarkirina jinan ji zîhniyeta baviksalar dixebitin. Xebatên ku rêxistinan îsal kirine çi ne? (BI WÊNE Û DÎMEN).

Welatiyên kantona Girê Spî ya dagirkirî bi hatina zivistanê re, ji ber ku nikarin sotemeniya ji bo germkirinê bikirin ku çeteyên dewleta Tirk bazirganiya wan kontrol dikin, berê xwe didin komkirina daran û depokirina gomê sewalan ji bo germkirinê. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Bi boneya 25′ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinan a Cîhanê, meşek li ser asta kantona Hesekê, li bajarê Hesekê tê lidarxistin, saet di 10.30′an de. Platforma Çalakiyên Hevbeş a Rêxistin û Tevgerên Jinan meşeke navendî li bajarê Qamişloyê li dar dixe, meş ji çerxerêya Osman Sebrî ber bi çerxerêya Şehîd Rûber Qamişloyê ve tê lidarxistin, saet di 11.00′an de. Şêniyên herêma Firatê jî bi heman boneyê meşekê li dar dixin, meş ji qada Şehîd a bajarê Kobanê dest pê dike, saet di 11.00′an de. Li Minbicê jî meşek tê lidarxistin, meş ji çerxerêya Meyzan dest pê dike, saet di 10.00′an de. Her wiha Kongra Star  kantona Efrîn û Şehbayê meşekê li navçeya Ehdasê li dar dixe, saet di 12.00′an de. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Rêxistina Pêl, Komeleya Çanda Suryan a Sûriyeyê, Komeleya Rojavayê Kurdistanê ya Wêje û Çanda Kurdî û Mala Êzidiyan Herêma Cizîrê Mîhrîcana Xabûr a Çandê li hola Marbela ya li bajarê Hesekê li dar dixin, saet di 10.00′an de. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Şêniyên Dêrik û Girkê Legê sersaxiyê ji malbata şehîd Hesen Şahîn re dixwazin. Sersaxî li stada Rimêlan tê qebûlkirin, saet di 11.00′an de. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Şêniyê navçeya Amûdê şehîd Ciwan Silêman li Goristana Şehîd Îsmaîl oxir dikin, saet di 14.00′an de. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA