Dewleta Tirk Binarê Qendilê bombebaran dike

Balafira şer a dewleta Tirk a dagirker Binarê Qendîlê bombebaran dike.

Dewleta Tirk Binarê Qendilê bombebaran dike
24 mijdar 2023   21:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya Rojnewsê, balafira şer a dewleta Tirk a dagirker Binarê Qendîlê bi dijwarî bombebaran dike.

Têkildarî bombebaranê, Hevserokê Şaredariya Binarê Qendîlê Dilşêr Îbrahîm ev agahî dan Rojnews; “Balafira şer a dewleta Tirk li asîmanê Binarê Qendîl, Pişder û Balekayetiyê difire. Gundên Piştî Bokrîskan, Bolê, Zêrnekêw yên Binarê Qendîlê tên bombebarankirin û bombebaran heta niha jî berdewam dike. Lê niha di derbarê zerer û ziyanên bombebaranê de agahiyên zelal nehatine zanîn.

Liv û tevgera balafira dewleta Tirk li ser navçeyê dewam dike.