ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 25-1-2025

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 25-1-2025
25 ÇILE, 2025   02:00

Koçberên ji Efrînê yên cara duyemîn ji Şehbayê ji ber êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê koçber bûne, niha jî li Tebqayê jiyanekê ji xwe re ava dikin. Koçberên li kampan, li gorî şarezahiyên xwe xebatên xwe dimeşînin û piştgiriya hev dikin. (BI WÊNE Û DÎMEN) 

Cîgira hevserokên Nivîsgeha Şêwirmendiyê ya Ermenî Kohar Xecedûryan destnîşan kir ku ji ber kirinên HTŞ`ê dilê wan ne rehet e û got “Ji bo hemû gelê Sûriyeyê sîstema Rêveberiya Xweser a herî baş e.” (BI WÊNE Û DÎMEN)

Şervanên Bendava Tişrînê diparêzin, diyar kir ku parastina bendavê parastina tevahî Sûriyeyê ye û da zanîn ku ew bendavê terk nakin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Endama Kongra Star Emîne Osê got “Li tevahiya Sûriyeyê liv û tevgera jinan zêde bûye. Li herêmên wekî Heleb, Şam, Siweyda û deverên din, civînên jinan çêdibin. Lê heya îro HTŞ’ê pirsgireka jinan û mafên wan nexistine rojeva xwe û nikare bi cesaret nêzî mijara jinan bibe.” (BI WÊNE Û DÎMEN)

Rêveberiya Kampa Holê bi hevkariya Koalîsyona Navneteweyî û hikumeta Iraqê karwanekî penaberên iraqî ji kampa Holê bi rê dike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Şêniyên bajarê Dêrikê 3 şehîdên bendava Tişrînê li goristana şehîd Xebat Dêrik oxir dikin saet di 10:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Kongra Star li bajarê Helebê paneleke şêwiriyê bi sernavê "Ji bo Sûriyeya demokratîk misogerkirina mafên jinan di destûra nû de" li dar dixe saet di 10:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Şêniyên bajarên Girkê Legê, Dêrik û Çilaxa sersaxî didin 3 şehîdên bendava Tişrînê li navenda ciwanên şoreşger ên Sûriyeyê li bajarê Dêrikê saet di 12:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Tevgera Mezopotamya pêşangeheke fotografîk bi sernavê "Rengê berxwedana Tişrînê" li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo li bajarê Qamişloyê saet di 14:00`an de li dar dixe. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Hesekê li goristana şehîd Dijwar a li gundê Dawûdiye 2 şehîdan oxir dike saet di 12:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Bi nêzîkbûna salvegera dehemîn a rizgarkirina Kobanê re, şêniyên bajarê Kobanê "şehîdên berxwedana 2014`an" bi vêxistina mûm li ser gorên şehîdan li goristana şehîd Dîcle bi bîr tînin saet di 17:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Kombûna Jinan a Zenûbya li kantona Reqayê panelek bi sernavê "Misogerkirina mafên jinan misogeriya Sûriyeya demokratîk e" li dar dixe saet di 10:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Şêniyên kantona Reqayê 2 şehîdên QSD`ê lu goristana şehîdan a bajêr oxir dikin saet di 12:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)