Li gundewarê Dêrazorê 2 serçeteyên DAIŞ`ê hatin girtin

Hêzên Sûriya Demokratîk di operasyonekê de li rojhilatê Dêrazorê 2 serçeteyên DAIŞ`ê girtin.

Li gundewarê Dêrazorê 2 serçeteyên DAIŞ`ê hatin girtin
24 ÇILE, 2025   22:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ragihand ku di operasyoneke ewlehiyê de li rojhilatê Dêrazorê 2 serçeteyên DAIŞ`ê hatine girtin.

Agahiyên der barê operasyonê de li gorî daxuyaniya navendê wiha ne: "Hêzên TOL li gorî agahiyan, piştî şopandinê û tesbîtkirina cihên çete lê xwe veşartine, di operasyoneke ewlehiyê de li bajarokê Xeşam ê rojhilatê Dêrazorê girtin. Navê serçeteyekî Kerîm El Nehar e û yê duyemîn Ebdulkerîm Emîr El Kerîm El Nehar e û her du jî ji Xeşam in."

Li gorî daxuyaniyê, destê her du serçeteyan di êrişên terorîst ên li dijî hêzê û saziyên sivîl û sahrîcên sotemeniyê de heye.

Di daxuyaniyê de hêzê destnîşan kir ku rast e bi parastina herêmê ji êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê mijul e lê di heman demê de operasyonên ewlehiyê li dijî bermahiyên DAIŞ`ê didomîne.

(şx)