ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 25-05-2026

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 25-05-2026
25 gulan, 2026   02:00

- Xelkê bajarê Hesekê gotin ku naskirina zimanê kurdî mafekî wan ê bingehîn e û dixwazin bi zimanê xwe bixwînin û binîvsînin.  BI WÊNE Û DÎMEN

- Nivîskar û rojnamevan Fewaz Xeyo diyar ku avakirina demokrasiyê bi avakirina têgeha hemwelatîbûnê dest pê dike. Her wiha diyar kir ku derbaskirina dabeşbûnên mezhebî û etnîk bingeha avakirina dewleteke hiqûqî û saziyan e. BI WÊNE Û DÎMEN

- Xwediyên patozan amadekariyên demsala çinînê didomînin, karên lênêrînê temam dikin û tîmên xwe amade dikin. Xwediyên patozan daxwaza peydakirina sotemeniyê kirin. BI WÊNE Û DÎMEN

- Şêniyên Rojavayê Kurdistanê bi nêzbûna Cejna Qurbanê re dest bi çêkirina kulîçeyan, kirîna cil û bergan, şêranî û qurbanan kir. BI WÊNE Û DÎMEN

- Bi nêzîkbûna Cejna Qurbanê re xelkê bajarê Çilaxa yê herêma Cizîrê hêvî kir ku ewlehî, aştî û aramî li Sûriyeyê misoger bibe, koçber vegerin herêmên xwe û dîl bên berdan. BI WÊNE Û DÎMEN

- Tevgera Hîlala Zêrîn dê di çarçoveya kampanyaya “Em Hemû YPJ Ne” de, bi çalakiyên hunerî berxwedan û destkeftiyên YPJ’ê nîşan bide û li Rojava konser, şano û pêşangehên wêneyan li dar bixe. BI WÊNE Û DÎMEN

- Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) der barê destnîşankirina endamên Meclisa Gel li parêzgeha Hesekê, li bajarên Dirbêsiyê û Dêrikê saet 10.00ˊan û li Tirbespiyê saet 11.00ˊan, daxuyaniyan dide. BI WÊNE Û DÎMEN

- Partiyên siyasî yên Kurdî têkildarî destnîşankirina endamên Meclisa Gel li Hesekê, li avahiya Daîreya Têkiliyên Derve ya bajarê Qamişloyê civîneke çapemeniyê li dar dixin, saet 11.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

- Nivîsgeha Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) paneleke diyalogê têkildarî "Yekrêziya Kurdî û entegrasyonê" li dar dixe, saet 17.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

- komeke din a dîlgirtiyên li gel hikumeta demkî ya Sûriyeyê tê berdan. BI WÊNE Û DÎMEN