Li Idlibê teqîn; 2 kes hatin kuştin

Li bajarê Sermînê yê bakurê Idlibê li nêzî kargeheke çêkirina motorsiklêtan teqînek pêk hat. Li gorî bîlançoya destpêkê 2 kes hatin kuştin.

Li Idlibê teqîn; 2 kes hatin kuştin
24 gulan, 2026   22:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Vê êvarê li nêzî kargeheke tamîrkirina motorsiklêtan li bajarê Sermînê yê bakurê Idlibê teqînek nenas pêk hat.

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), heta vê kêliyê nehatiye naskirin sedema teqînê çi ye.

Di encama teqînê de şewatek çêbû, zirarên madî bi cih û derdorê bûn. Ambulanc û tîmên Parastina Sivîl lez da cihê bûyer û birîndar rakirin.

Kargeha tamîrkirina motorsiklêtan li nêzî dikana firotina gazê ye, wê jî di nava şêniyan de tirs çêkir ku agir bi dikanên derdorê bikeve.

(fr)