Neîm Qasim: Bêçekkirina Hizbullah qirkirin e

Sekreterê Giştî yê Hizbullahê Neîm Qasim diyar kir ku bêçekkirina partiya wan "qirkirin e" û nayê qebûlkirin.

Neîm Qasim: Bêçekkirina Hizbullah qirkirin e
24 gulan, 2026   23:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Di axaftina ku kanala "El Menar" weşandiye de Sekreterê Giştî yê Hizbullahê Neîm Qasim got, " "Çekdanîn hilweşandina şiyanên parastinê yên Lubnanê û şiyanên berxwedanê ye û rê li ber tunebûnê vedike. Bi zimanê erebî yê sade fêm bikin: bêçekkirin qirkirin e û em vê yekê qebûl nakin."

Qasim diyar kir ku çek tenê di destê desthilatên Lubnanê de bi taybet di vê qonaxê de hedefgirtina berxwedanê ye.

Qasim anî ziman ku danûstandinê rasterast bi Îsraîlê tu encamekê ji Lubnanê re pêk naynin û got, "redkirî ne, ji ber ku qezenca ji bo Tel Avîvê ne. Kiryarên Îsraîlê nagihînin serî. Filistîn posule ye û em ê li kêlek wê bin."

Di dirêjahiya gotina xwe de Qasim da zanîn ku "Dronên berxwedanê dê li pey leşkerên Îsraîlê bin û ne ji van dronan bûya Îsraîlê li zirarên xwe mikur nedihat."

Qasim Neîm bi zimanekî tûj êrişî hikumeta Lubnanê kir û got: "Ger hikumet di ewlekirina serweriyê de aciz e bila biçe. Ji mafê gel e dakeve kolanan, daxwaza hilweşîna wê bike û rûbirûyî projeya Amerîka-Îsraîlê bisekine."

Qasim di dawiyê de got: "Em ji dewletê daxwaz nakin ku rûbirûyî projeya Amerîka-Îsraîlê be, lê divê nebe alaveke hêsan di destê wan de."

(fr)