ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 25-04-2024

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 25-04-2024
25 nîsan, 2024   02:00

Pêkhateyên bajarê Minbicê hevgirtina gelên herêmê di bin siya neteweya demokratîk de silav kir û soza domandina têkoşînê ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan nû kir.

Hevserokê Desteya Hiqûq û Edaletê ya Rêveberiya Xweser Meşleb El Tirkan da zanîn ku Qanûna Dabeşkirina Îdarî tê amadekirin û di demeke kurt de wê derkeve. Bi qanûnê re wê hejmara şaredariyan û sînorên îdarî bên diyarkirin. 

Bernameya Hefteya Wêjeyê ya 2024`an diyar bû. Di hefteyê de wê li ser 3 mijarên cuda semîner û panel werin dayîn; helbest û çîrok werin xwendin.

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Dêrazorê di çarçoveya hewldanên wê yên başkirina xizmetguzariyên ji welatiyan re pêşkêş dikin de hewl dide ku bi rêya gerînendetiyên xwe yên li kantonê kalîteya nan baş bike.

Cotyar amadekariya çinînê dikin. Xwediyên deraseyan jî amûrên xwe amade dikin da ku dest bi çinînê bikin.

Piştî 7 salan ji êrişa yekemîn a hewayî ya ku artêşa Tirk a dagirker pêk aniye, cihê hatiye êrişkirin hat tamîrkirin û peykerê (monûment) bîranîna 20 şehîdên YPJˊê û YPGˊê hat danîn.

Lêkolerê têkiliyên navneteweyî Dr. Tariq Wehbî diyar kir ku aloziya di navbera Îsraîl û Îranê de bi dawî nebû, lê bi rêbazên din didome. Her wiha rolên Qeter û Tirkiye jî qonaxeke nû ya qonaxên şer e ku di encamê de dê guhertinên herêmî û navneteweyî pêk bînin.

Xelkê kantona Cizîrê ji bo bîranîna şehîdên yekemîn êrişa hewayî ya dewleta Tirk a dagirkerl i dijî herêmê berê xwe dide çiyayê Qereçoxê, saet 11:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Partiya Sûriya Pêşerojê û Kombûna Jinan a Zenûbiya li avahiyea Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Reqayê bi daxuyaniyekê avakirina hevbendiyeke hilbijartinê radigihîne, saet 12:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)