Dewleta Îranê cezayê darvekirinê da hunermendekî Kurd

Parêzer Emîr Reyîsiyan ragihand ku daraza Îranê cezayê îdamê da hunermendê ropê Tumac Salihî yê ji Loristanê.

Dewleta Îranê cezayê darvekirinê da hunermendekî Kurd
24 nîsan, 2024   23:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Hat ragihandin ku dewleta Îranê cezayê îdamê daye hunermendê ropê Tumac Salihî yê ji Loristanê ku di dema serhildana “Jin, Jiyan, Azadî” de hatibû girtin.

Parêzerê Tumac Salihî, Emîr Rayîsiyan anî ziman ku Dadgeha Esfehan a Îranê îro piştî nîvro cezayê darvekirinê da Tumac Salihî. Reyîsiyan diyar kir ku îdiayên wekî hinceta cezayê darvekirinê tên nîşandan dûrî rastiyê ne û ew ê îtîraz bikin.