ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 25-01-2024

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 25-01-2024
25 ÇILE 2024   02:00

Pisporê Rojhilata Navîn Niyaz Hamîd anî ziman ku ji bo PDK rasterast li dijî gerîla şer bide destpêkirin senaryoyên êrişê amade kirine û got “Dibe ku dewleta Tirk bi balafirên xwe yên keşfê û tankên xwe çend cihên PDK`ê bike hedef û PDK bibêje gerîlayan ev kiriye. Ev senaryo amade ne û ez texmîn dikim dê heta çend rojên din bikevin meriyete.”

Rûspiyên êla El Xewatne ya Ereb destnîşan kir ku Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, rûmet û mafên gelê herêmê misoger dike. Rûspiyan got bêdengiya hikumeta Şamê ya li hember êrişan şermokî ye. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Jinan li Dêrazorê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê şermezar kirin û got armanca êrişan şikandina vîna gel e û têkbirina projeya Rêveberiya Xweser e. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Lêkolînerê kar û barên Îranê Mihemed Ebadî diyar kir ku piştî kuştin û êrişên li dijî rayedarên û şêwirmendên wê yên leşkerî, bi êrişên dawîn xwest moralê li hundirê welêt xurt bike. Her wiha got, Îran bi Îsraîlê û DYA`yê re nakeve şerekî berfireh lê dibe ku bûyerên din ên kuştinê û hedefgirtinê di navbera wan de zêde bibin.

Şêniyên kantona Cizîrê piştî êrişên dewleta Tirk a dagirker ku binesaziya herêmê wêran kir, li şûna gazê û sobeyên mazotê, rêbazên alternatîf bi kar tînin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Dewleta Tirk a dagiker 15 kîlometre di hundirê herêmên dagirkirî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de sînorên nû çêdike.

Rîhan Loqo diyar kir ku sîstema desthilatdar li hemberî birêxistinbûna jinan qetlîaman didomîne û got “Ji bo hevala xwe Zelal Zagros me dest bi vekirina dosyaya hesabxwestinê kiriye.” (BI WÊNE Û DÎMEN)

Însiyatîfa Gel li Girkê Legê der barê xiyaneta PDKˊê û êrişa wê li dijî HPGˊê li herêma Amîdiyê daxuyaniyekê li pêş navenda Meclisa Mlabatên Şehîdan li bajarokê Rimêlanê dide, saet 09:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Şandeyk ji partiyên siyasî avahiyên stratejîk û cihên dewleta Tirk a dagirker bombebaran kirine dişopîne, şande ji Çerxerêya Sewami ya li Qamişloyê ve dest pê dike, saet 09:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Xelkê Qamişlo cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Mehmûd Derwêş ê ku di bombebaran balafira bêmirov a dewleta Tirk a dagirker li dijî erebeyekê li ser rêya Qamişlo –Hesekê de şehîd bû, oxir dike. Cenaze li Goristana Şehîd Delîl Saroxan a Qamişloyê tê oxirkirin. Saet 10:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Kantona Minbicê li Mêvanxaneya Meclisa Rûspiyan a Kantona Minbicê merasîma sersaxiyê ji bo têkoşîna Zelal Zargors li dar dixe, saet 10:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Partiya Sûriya Pêşerojê ya Kantona Firatê li navenda Çand û Hunerê li navçeya Sirînê konferansa xwe ya 4ˊan li dar dixe, saet 10:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Partiya Sûriya Pêşerojê li navçeya Şehîdadê ji bo şîrovekirina pêşdeçûnên siyasî yên dawîn li hola şaredariyê civînekê ji gel re li dar dixe, saet 12:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

 Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişloyê li Goristana Şehîd Delîl Saroxan şehîdên Kanûn û Çileyê bi bîr tîne, saet 14:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Bi boneya salvegera rizgarkirina Kobanê xelkê kantona Firatê bi pêxistina mûman li ser gorên şehîdan li Goristana Şehîd Dicle ya Kobanê şehîdên berxwedana Kobanê bi bîr tîne, saet 17:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA