ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 24-2-2025

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 24-2-2025
24 sibat, 2025   02:00

Rewşenbîr û siyasetmedarên Helebê diyar kir ku ramanên azad ên Rêber Abdullah Ocalan li dijî berjewendiyên pergalên serdest in û got, "Rêber Abdullah Ocalan dikare şer rawestîne, aştiyê pêş bixe û nexşeyeke nû ji bo Rojhilata Navîn saz bike ku mafên tevahî pêkhateyên wê mîsoger bike."

Jinên li Reqayê diyar kir ku têkoşîna jinan a ji bo parastina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û parastina bendava Tişrînê ji êrişên dewleta Tirkiyeyê ya dagirker didome. Jinan diyar kir ku hebûna wan a li bendavê li hemberî êrişan vîna wan a neteweyî û têkoşînê nîşan dide.

Mihemed Qasim Hiso yek ji lehengên berxwedana sedsalê ya Kobanê û berxwedana dîrokî ya Bendava Tişrînê ye. Bi huner û erka xwe li hemberî doza gelê xwe wateyek da berxwedanê û cihê xwe di dilê her kesî de girt.

Xidir El Gênc bi awazên bilûrê pez û sewalên xwe li çolan diçêrîne. Bilûr ji bo wî, ne tenê amûreke muzîkê ye, ew mîrateyek çandî ya ji bav û kalên xwe wergirtiye ye, îro jî bûye beşek ji nasnameya wî.

Xelkê bajarê Amûdê cenazeyê şervanê QSD’ê şehîd Rêzan Orgêş li Pakrewangeha Şehîd Îsmaîl Hogir defin dike, (09:30) BI WÊNE Û DÎMEN

Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Hesekê yê kantona Cizîrê li Pakrewangeha Şehîd Dijwar merasîma oxirkirina şehîdê QSD’ê Beşîr Hesen Mihemed û şehîdê Hêzên Xweparastinê Mihemed Ehmed El Hemade li dar dixe, (12:00) BI WÊNE Û DÎMEN