Gerînendetiya Trafîkê têkildarî rewşa hewayî hişyarî da ajokaran

Gerînendetiya Giştî ya Trafîkê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkildarî rewşa hewayê ya li herêmê hişyarî da ajokaran.

Gerînendetiya Trafîkê têkildarî rewşa hewayî hişyarî da ajokaran
23 sibat, 2025   23:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Gerînendetiya Giştî ya Trafîkî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hişyarî da ajokaran ku di van rojên pileyên germahiyê kêm de li ser ajotinê haydar bin ku qeza nebin û ev bergiriyên parastinê dan:

Antîferzê ya erebeyê kontrol bikin.

Ji bo ajotina guncaw di şer û mercên zivistanê de guncawiya dolabên erebeyan kontrol bikin.

Li gorî ajotina hêdî tev bigerin û ji lez nişka ve li ser rêyên şimîtok bi dûr bikevin.

Gerînendetiyê diyar kir ku pabendî perspektîvên ewlehiya trafîkê bin ku ewlehiya ajokar û rêwiyan were misogerkirin, da ku qezaya di vê rewşa zehmet de pêk neyên.

(fr)