Balafiran Binarê Qendîlê bi dijwarî bombebaran kir

Balafirên şer û balafirên bêmirov û biçek ên dewleta Tirk a dagirker bi dijwarî Binarê Qendîlê bombebarna kir.

Balafiran Binarê Qendîlê bi dijwarî bombebaran kir
23 sibat, 2025   21:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên Rojnews’ê ku ji çavkaniyê xwe yê li Binarê Qendîlê wergirtine, dewleta Tirk a dagirker bi balafirên şer û balafirên bêmirov û biçek bi dijwarî Binarê Qendîlê bombebaran dike. Di heman demê de balafirên şer bi nizmî li ser Binarê Qendîl û Pişderê digerin.

Çavkaniyê ragihand ku ji ber dijwariya êrişê nayê zanîn bê heta niha çend dever hatine bombebarankirin.

Hevşaredarê Binarê Qendîlê Dilşêr Îbrahîm ji Rojnewsê re axivî, diyar kir ku di heman demê de balafirên şer û balafirên bêmirov û biçek ên dewleta Tirk a dagirker li ser herêmê digerin. Şaredar diyar kir ku vê tevgerê tirs xistiye nava gundiyên herêmê.

Li aliyê din balafirên şer bi nizmî li ser esmanên Pişderê jî digerin.