ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 24-12-2025

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 24-12-2025
24 kanûn, 2025   02:00

Rewşenbîr û siyasetmedaran diyar kir ku destwerdanên herêmî yên berdewam ên li Sûriyeyê, bandorê li projeya demokratîk a Sûriyeyê û yekitiya pêkhateyên wê dikin. Her wiha dan zanîn ku destwerdana dewleta Tirki projeyên demokrasiyê yên li Sûriyeyê asteng dike.

Nivîskar û çalakvanê siyasî yê Sûriyeyî Elî Emîn Siwêd anî ziman ku, bi armanca ku xwe wek aliyê xwedî biryar di karûbarên Sûriyeyê de destnîşan bike, dewleta Tirk fişarê li aliyên Sûriyeyê bi taybet jî li hikumeta veguhêz dike.

Tevger û rêxistinên jinan ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di sala 2025’an de ji bo mîsogerkirina mafên jinan di Sûriyeya nû de û ragihandina dengê jinên ku tundî li wan tê kirin, gelek xebat dan meşandin.

Siyasetmedar Ebdulrezaq Hecî Mihemed diyar kir ku pêkanîna peymana 10`ê Adarê ya di navbera QSD û hikumeta veguhêz a Sûriyeyê de rastî astengiyan tê, ji ber ku tê xwestin wê di çarçoveya leşkerî û ewlehiyê de bihêlin û bendên wê yên siyasî û civakî têne paşguhkirin.

Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Çilaxa ji bo bîranîna 71 şehîdên di mehên Hezîran, Tîrmeh, Tebax, Îlon, Cotmeh û Mijdarê de şehîd bûne, li hola Rojava bajêr merasîmekê li dar dixe, 10.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

Meclisa Aborî û Çandiniyê ya kantona Dêrazorê civîna xwe ya salê li hola Meclisa Rêveber a kantonê li herêma Meamil li dar dixe, 10.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

Xelkê bajarê Qamişloyê li taxa Cûdî ya Qamişloyê sersaxiyê dide malbata şervanê QSDˊê şehîd Çiya Rûs, 11.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

Çalakiyên Festîvala Wêje ya Kobanê li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya Kobanê didomin, 11.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

Tevgera Ciwanên Şoreşger bi diruşma "Azadiya fizîkî ya Rêber Apo xeta me ya sor e" panelek diyalogê li bajarê Hesekê yê kantona Cizîrê li dar dixe, 11.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Dirbêsiyê yê kantona Cizîrê bi piştgiriya Rêxistina Newroz a Xêrxwaziyê, ji bo zarokên şehîdan, şahiyekê li dar dixe, 11.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

Meclisa Bajarê Til Birakê yê kantona Cizîrê ji bo şermezarkirina êrişên komên hikumeta veguhêz li dijî Şêxmeqsûd û Eşrefiyê daxuyaniyekê dide, 11.30ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

Çalakiyên Mîhrîcana Rojava ya Çand û Hunerê ya 11ˊemîn di roja xwe ya 5ˊyemîn de li Navenda HRRKˊê ya Qamişloyê didomin, 16.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN