ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 24-1-2025

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 24-1-2025
24 ÇILE, 2025   02:00

2 jinên temenmezin berê xwe dabûn herêma Bîqa ya Lubnanê ku Rêber Abdullah Ocalan bibînin, hevdîtina bi Rêber Abdullah Ocalan re bi zayîneke nû wesifandin û gotin: "Wê hevdîtinê rêya têkoşîna ji bo azadî û rizgariya welat nîşanî me da. Di oxira pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêbertî de em ê têkoşîna xwe mezin bikin."

Girtiyê Azadiyê Dijwar Îsmaîl ê ku 33 salan di zindanên Tirkiyeyê de têkoşîn kiriye, Şoreşa 19`ê Tîrmehê li gelan pîroz kir û got “Karekterê dijmin pir qirêje, hov e û xwîna gelan dimije. Karwanê azadiyê dimeşe ti kes nikare bide sekinandin”

Şaredariya Gel a bajarokê Kêşikê yê gundewarên Çilaxayê, dest bi kolandina bîreke avê kir. Bîr dê avê bide 3 gundan.

Rûspiyên eşîrên kantona Dêrazorê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser bendava Tişrînê û armanckirina sivîlan şermezar kir û piştgiriya xwe ji bo QSD’ê li dijî planên dewleta Tirk a dagirker anîn ziman.

Şêniyên ku di sala 2018`an tev li karwanên piştevaniya Berxwedana Serdemê bûbûn, diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker polîtîkaya xwe ya dijminatiyê ya li dijî gelên Bakur û Rojhilatê neguherandiye. Şêniyan got komkujiyên dewleta dagirker li bendava Tişrînê berdewama heman polîtîkaya hovane ye ku li Efrînê jî pêk anîbû.