Dijwar Îsmaîl girtiyê 33 salan hest û helwesta xwe anî ziman

Girtiyê Azadiyê Dijwar Îsmaîl ê ku 33 salan di zindanên Tirkiyeyê de têkoşîn kiriye, Şoreşa 19`ê Tîrmehê li gelan pîroz kir û got “Karekterê dijmin pir qirêje, hov e û xwîna gelan dimije. Karwanê azadiyê dimeşe ti kes nikare bide sekinandin”

Dijwar Îsmaîl girtiyê 33 salan hest û helwesta xwe anî ziman
24 ÇILE, 2025   04:55
QAMIŞLO
SÎMA BIROKÊ

 Girtiyê Azadiyê Dijwar Îsmaîl ê ku 33 salan di zindanên dewleta Tirk a dagirker de girtî maye, piştî ew qas salan gihaşt mala xwe ya li gundê Sinceqa Sedûn ê bajarê Amûdê. Dijwar Îsmaîl hestên xwe yê li hemberî Şoreşa 19`ê Tîrmehê û helwesta xwe ya li hemberî dewleta Tirk a dagirker bi ajansa me re parve kir.

Dijwar Îsmaîl hestên xwe wiha anîn ziman: “Ez niha xwe di nava şoreşê de dibînin, hesteke cuda ye mîna volkanekî dikele. Tişta ku niha li warê xwe dibîne dilopeke ji meşa azadiyê.”

Dijwar Îsmaîl da zanîn ku tişta ku niha di nava Şoreşa 19`ê Tîrmehê de tê dîtin, encama têkoşîna Tevgera Azadiyê ye û wiha got: “Di encama derketina Tevger Azadiyê de gelek şoreş derketin, Şoreşa Rojava şoreşeke nû ye ji Tevgera Azadiyê. Ev şoreş di nava xwe de armancên azadiya gelan û ya jin dihewîne, ez vê şoreşê li hemû gelê ji pêkhateyên cuda yên li Rojhilata Navîn, Kurdistanê û cîhanê pîroz dikim.”

Di nava axaftina xwe de Dijwar Îsmaîl bal kişand ser sûcên delweta Tirk a dagirker û diyar kir ku karektera dijmin pir qirêje, her carê bi awayeke cuda derdikeve. Hov e û li dijî mirovahî ye û wiha dom kir: “Xwîna gelan dimije. Em ê bi têkoşîna xwe, ya gelan û jinan vê hovîtiyê ji holê rakin. Misoger ew ê bi fikr û ramanên serokatî pêk bê, karwanê azadiyê dimeşe ti kes nikare bide sekinandin.”

ANHA