"Dîtina Rêber Abdullah Ocalan zayîneke nû ye`

2 jinên temenmezin berê xwe dabûn herêma Bîqa ya Lubnanê ku Rêber Abdullah Ocalan bibînin, hevdîtina bi Rêber Abdullah Ocalan re bi zayîneke nû wesifandin û gotin: "Wê hevdîtinê rêya têkoşîna ji bo azadî û rizgariya welat nîşanî me da. Di oxira pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêbertî de em ê têkoşîna xwe mezin bikin."

"Dîtina Rêber Abdullah Ocalan zayîneke nû ye`
24 ÇILE, 2025   02:45
QAMIŞLO
BESNE ŞEMO

Edle (80) û Gulistan (67) ji ajansa me re behsa hevdîtina xwe ligel Rêber Abdullah Ocalan dema li Lubnanê bû, kir. 

Edle Yusif sala 1991`an li deşta Bîqayê ya Lubnanê di civîna gel de Rêber Abdullah Ocalan dîtiye. Edle ew hevdîtin bi "zayîneke nû" wesifand û got: "Tevî dûrbûna rûbera di navbera me de ya ji ber beşdariya bi sedan kesên xwestin Rêbertî bibînin, lê dema ketiya hola civînê bi heybeta wî hîst kir."

Edle axaftina Rêber Abdullah Ocalan der barê 15`ê Tebaxê û bandora wê li ser doza Kurd de bi bîr xist û got: "Gotinên wî yên li ser têkoşîna ji bo doza Kurd û rizgarkirina gelan ji zulma pergalên kapîtalîst, ez bi hêz kirim."

Edle diyar kir ku ew minetdarê tevgera rizgariya Kurdistanê ye ku ji bo mafên gelê Kurd vegerîne kedê dide û ev li gotinên xwe zêde kir: "Tevgerê, mîna ku bîrê bi derziyê bikole tê dikoşe. Doza Kurd vejand. Ji bo vegerandina mafên gelê Kurd û gelên bindest tê koşiya. Rêbertî ji nû ve jiyana me zînd kir."

Edle wiha domand: "Em zarok û neviyên xwe li gorî xeta azadiyê mezin dikin. Xort û keçên gelê Kurd nîşaneyên serkeftinê radikin. Di dergûşê de jî zarok navê Serok bang dikin. Em bi fikr û felsefeya wî bawer in û dizanin ku ew dikare azadiya me pêk bîne."

Edle ji gundê Gundî yê bajarê Çilaxa yê herêmên Aliyan e, sala 1990`î kurê wê Lewend Mihemed (Lewend Dêrik) tev li gerîla bû û li Qendîlê sala 2008`an şehîd bû.

Edle destnîşan kir ku li gorî xeta tevgera rizgariya Kurdistanê kar û xebat meşandiye, dema zarokên wê tev li berxwedana li dijî êrişên dewleta Tirk bûne, li pêşiya wan nesekinî, berovajî wê ew teşwîq kirin ku tev li xeta berxwedanê û azadiya welat bibin.

Edle di dawiyê de got: "Rêber Abdullah Ocalan ji bo azadiya me xwe feda kir, em minetdarên wî ne. Çiqas em fedarî bikin, em nikarin layîqî wî bin."

BI HEYBET Û RÛMETDAR E

Gulistan Mihemed jî bi Edleyê re çûbû Bîqayê û Rêber Abdullah Ocalan dîtiye. Der barê wan kêliyan de Gulistanê got: "Saet di 23:00`an de Rêbertî bi me re civiya. Dema kete holê, moralê me bilind bû. Ew bi heybet û rûmetdar e."

Gulistan diyar kir ku ji ber hejmara zêde ya şêniyan nekariye ku bi Rêber Abdullah Ocalan re wêneyekê bikişîne û got: "Ji heycanê li benda otobûsan nemam ku biçim Şamê, ji Bîqaê heta Şamê meşiyam."

Gulistan bi bîr xist ku piştî hevdîtinê, têkoşîna xwe mezin û bilind kiriye û ew hevdîtin weke "ferza hecê" wesifand.

Keça Gulistanê, Tolhildan Rojava piştî komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan sala 1999`an tev li gerîla bûye û heta niha têkoşîna xwe li çiyayên Kurdistanê didomîne.

Gulistanê destnîşan kir ku ew ê heta dawiyê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan tê bikoşe û di wê oxirê û oxira rizgarkirina Kurdistanê de, ew amade ne her tiştî bikin.

Gulistan ji gundê Til Cemal ê bajarê Girkê Legê ye. Sala 1982`yan tevgera rizgariya Kurdistanê nas kiriye û ji wê demê û heta niha têkoşîna xwe ranewestandiye.

(şx/fr)

ANHA