ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 24-05-2024

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 24-05-2024
24 gulan, 2024   02:00

Rewşenbîr û siyasetmedarên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ˊcezayên dîsplînêˊ yên nû yên li dijî Rêber Abdullah Ocalan hatine birîn şermezar kirin.

Rêxistina Stêrk a Parastina Mafên Zarokan û Ofîsa Parastina Zarokan a Kantona Efrîn û Şehbayê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêma Şehbayê û bi taybet jî êrişa li dijî zarokan şermezar kirin.

Piraniya hêzên siyasî yên Lubnanê dosyeya penaberên Sûriyeyê ji bo berjewendiyên xwe yên aborî bi kar tînin. Gelê Lubnanê diyar kir ku derfeta ku seroka Komîseriya Ewropayê û serokê Qibrisê pêşkêş kiriye, ji bo hikumeta Lubnanê bertîlek e da ku penaberên Sûriyeyê li Lubnanê bimînin.

Komeleya Efrîn a Civakî li navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê ya Qamişlo li ser folklora Efrînê şevbuhêrkekê li dar dixe, saet 17:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Yekitiya Rewşenbîran a Kantona Cizîrê li Parka Xwendinê ya Hesekê şahiya îmzekirina pirtûka hunermend Ferhad Merdê bi navê ˊAxînên Azadiyêˊ li dar dixe, saet 19:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)