Vegera sûriyeyiyan ji Lubnanê di nava propagandaya siyasî û necidiyetê de ye

Piraniya hêzên siyasî yên Lubnanê dosyeya penaberên Sûriyeyê ji bo berjewendiyên xwe yên aborî bi kar tînin. Gelê Lubnanê diyar kir ku derfeta ku seroka Komîseriya Ewropayê û serokê Qibrisê pêşkêş kiriye, ji bo hikumeta Lubnanê bertîlek e da ku penaberên Sûriyeyê li Lubnanê bimînin.

Vegera sûriyeyiyan ji Lubnanê di nava propagandaya siyasî û necidiyetê de ye
24 gulan, 2024   07:35
BEYRÛT
RANYA UBÊD

Lubnanê ji nêzî hefteyekê ve pêvajoya (vegera dilxwazî) a penaberên Sûriyeyê ji nû ve dest pê kir. Di 2 beşên pêşîn de 460 penaber bi hevkariya hikumeta Şamê vegeriyan gundewarê Hums û Qelemûnê. Deriyê Celsê yê bajarokê El Qaa yê bi aliyê Hums û gundewarê wê û deriyê Hemîd El Zumeranî yê Ersal ber bi Qelemûnê ve, ji bo vegerandina penaberan hatine diyarkirin.

Hemleyên ewlekarî yên giran ên wezareta hundirîn û şaredariyên Lubnanê ji bo qedexekirina karkirina nerewa ya penaberên Sûriyeyê didomin. Girêdayî wan hemleyan ewlekariya giştî sazî, şîrket û dikanên ku xwediyên wan penaberên Sûriyeyî ne, girtin.

HELWESTA RÊXISTINÊN HIQÛQÎ LI HEMBERÎ DOSYEYA PENABERÊN SÛRIYEYÊ

Çavkaniyên Lubnanî yên têkildar bi dosyeya penaberên Sûriyeyê re ji ajansa me re destnîşan kir ku pêvajoya vegerandina penaberên Sûriyeyê propagandaya siyasî ye û tu gavên cidî ji bo vegerandina wan tune ye. Tiştê ku rewşê aloztir dike jî ew e ku dewletên Ewropayê bi alîkarî û pereyan piştgiriyê dide mayîna penaberên Sûriyeyê li Lubnanê. Herî dawîn jî Komîseriya Ewropayê mîlyar euro da Lubnanê.

Rêxistinên hiqûqî di serî de ya Efûyê ya Navneteweyî û Humen Rights Watch (HRW) bi daxuyaniyeke hevbeş tirsa xwe ji ber domandina alîkariyên Yekitiya Ewropayê ji bo Lubnanê û di dawiyê de vegerandina mecbûrî ya penaberan, anî ziman. Ev yek jî dihêle Lubnan û Yekitiya Ewropayê qanûna navneteweyî ya qedexekirina vegerandina mecbûrî, binpê bikin.

ˊHEBÛNA SÛRIYEYÎ DI NAVBERA PENABERÎ Û KOÇBERIYÊ DEˊ

Rojnamevan Karolîn Bezî ji ajansa me re der barê hebûna gelê Sûriyeyê de diyar kir ku li Lubnanê welatiyên Sûriyeyê hem bi awayekî rewa hem jî nerewa hene. Ewlekariya Lubnanê ji Komîseriya Penaberan xwest ku tomarkirina ketina Sûriyeyiyan ji bo Lubnanê di 2015'an de rawestîne. Ji ber ku ew penaberî ne siyasî, aborî ye. Îro jî hejmara welatiyên Sûriyeyî yên li Lubnanê yên rewa û nerewa nayê zanîn û ewlekariya Lubnanê jî êdî nikare hejmara wan diyar bike.

Li gorî Komîseriya Penaberan, hejmara Sûriyeyiyan li Lubnanê 800 hezar e. Li gorî hikumeta Lubnanê jî hejmara wan zêdetirî 2 mîlyonan e anku sêyeka hejmara gelê Lubnanê. Bi vî awayî Lubnan dibe welatê ku rêjeya herî zêde ya penaberan li ser xaka xwe li gorî hejmara niştecihên xwe, bi cih dike.

ˊNIJADPERESTÎ Û NEFRETˊ

Li Lubnanê her demekê li hemberî penaberên Sûriyeyî kiryarên nijadperestî tên kirin. Der barê wê de Karolîn Bezî diyar kir ku ji destpêka krîza Sûriyeyê ve li hember hebûna penaberên Sûriyeyî li Lubnanê rexne hene. Ew jî ji ber sedemên mezhebî û demografî ne.

Karolîn Bezî wiha domand: "Hin aliyên siyasî yên ku berê banga parastina penaberên Sûriyeyê li Lubnanê dikir û li hemberî vegerandina wan ne razî bûn, niha êdî ew dixwazin penaber ji bo Sûriyeyê bên vegerandin. Mixabin li Lubnanê gelek hêzên siyasî vê dosyeyê ji bo berjewendiyên aborî bi kar tînin. Berî demekê wezîrekî bang kir ku deriyê penaberiya nerewa ber bi Ewropayê ve bi rêya deryayê Qibrisê vekin. Wê jî hişt seroka Komîseriya Ewropayê û serokê Qibrisê serdana Lubnanê bikin û mîlyar euro pere bidin Lubnanê da ku pêvajoya penaberiya nerewa rawestîne. Lubnaniyan dît ku ev bertîlek e da ku penaberên Sûriyeyê li Lubnanê bên hiştin."

Karolîn Bezî destnîşan kir ku Lubnanê hemwextî têkçûna aboriya wê, heta niha tu plan ji bo rêxistinkirina hebûna penaberên Sûriyeyê li Lubnanê amade nekirine.

ˊHIKUMETA LUBNAN Û SÛRIYEYÊ JI BO ÇARESERKIRINA KRÎZA PANABERIYÊ DI NAVA HEVKARIYÊ DE NEˊ

Karolîn Bezî wiha li gotina xwe zêde kir: "Beşek ji penaberên Sûriyeyê her demekê serdana Sûriyeyê dikin û vedigerin Lubnanê, anku sîfeta penaberiyê nexasim penaberiya siyasî li wan nakeve. Mayîna wan li Lubnanê jî bi sedemên aborî ve girêdayî ye. Li vir jî hikumeta Lubnanê li hemberî vê pirsgirêkê berpirs e."

Karolîn diyar kir ku rewşa penaberên Sûriyeyê li Lubnanê wek a Lubnaniyan e, gelek ji wan jî di kampan de di rewşên zehmet û dijwar de dijîn. Her wiha zarokên ku li Lubnanê ji dayik bûne jî ji xwendinê bêpar mane û ew hîn nehatine tomarkirin, ji ber ku xwediyên wan bi awayekî nerewa derbasî Lubnanê bûne.

Di dawiya axaftina xwe de Karolîn diyar kir ku ji bo rawestandina zehmetiyên gelên Lubnan û Sûriyeyê divê hikumeta Lubnanê planeke nû ku were pratîkkirin amade bike û li gorî wê dosyeya penaberiya nerewa ya Lubnanê çareser bike. Her wiha divê hikumeta Şamê jî bi Lubnanê re hevkar be.

(mh)

ANHA