Miqdad û Lavrov li Moskovê civiyan

Li gorî daxuyaniya Wezareta Karên Deve ya Rûsyayê, Feysel Miqdad bi wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê re civiya û li ser rewşa Sûriyeyê nîqaş kir.

Miqdad û Lavrov li Moskovê civiyan
23 gulan, 2024   23:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê diyar kir ku wezîrê karên derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov bi wezîrê Karên Derve yê hikumeta Şamê Feysel Miqdad re li ser rewşa Sûriyeyê û derdora wê û dozên pêşketina têkiliyên dualî nîqaş kirin.

Li gorî malpera wezaretê, civîn li Moskovê li dar ket. Di civînê de Feysel Miqdad û Sergey Lavrov rewşa Sûriyeyê û derdora wê, şerê di navbera Filistîn û Îsraîlê de nîqaş kirin.

(fr)