ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 24-03-2024

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 24-03-2024
24 adar 2024   02:00

Rojnameyên erebî yên hefteya borî behsa serdana nûnerê navneteweyî yê taybet bi Sûriyeyê bo Şamê, niyetên dewleta Tirk der barê dosyaya Îxwan û rewşa Sûdanê kir.

Pisporên têkildarî dozên terorê rewş û hîmanên ku dihêlin DAIŞ derkevin bi rewşên heyî ve girê dan û hişyarî da ku rewşên navneteweyî bibe jîneke guncaw ji bo vegera komên tundraw û dewama mayîna DAIŞˊê nebûna stratejiyeke aşkera ya têkbirinê wê ye.

Ev çend roj in li bajarê Dera yê başûrê Sûriyeyê xwepêşandanên girseyî yên bi daxwaza çûna Beşar Esed tên lidarxistin. Ji salan ve, ev herêm di bin serweriya hikumeta Şamê de ye, bi taybetî ji sala 2018’an de bi pêşengiya Rûsyayê "çareserî" lê hatin kirin. Rûsya bi navê "çareseriyê" armanc dike berjewendiyên xwe yên taybet pêk bîne û hegemoniya ku hikumeta Şamê ji destpêka aloziyê li welat ve ji dest daye, berfireh bike û heybeta wê vegerîne. Ji 2018’an ve li Derayê alozî li pey aloziyan dewam dikin, ewlehî nîn e, bûyerên qetilkirin, revandin û dizî û bikaranîna çekan zêde dibin.

Dewleta Tirk a dagirker ku çeteyên DAIŞ’ê fînanse û perwerde dikirin, piştî bidawîkirina hebûna erdnîgarî ya DAIŞ’ê, çeteyên wê di nava komên çete yên girêdayî xwe de bicîh kirin. Ajansa me çendek ji van çeteyan deşîfre dike.  

Gerînendeyê Navenda Lubnanê ya Lêkolîn û Şêwiran Hesan Qutib diyar kir ku êrişên dewleta Tirk li ser Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Başûrê Kurdistanê bi erêkirina Amerîkayê ya veşartî ye û Rûsya jî ji dagirkirina Sûriyeyê ji hêla dewleta Tirk ve sûdwar e.

Xelkê kantona Minbicê cenazeyê şervanên Meclisa Leşkerî ya Babê şehîd Fîras El Casim bi merasîmekê li goristana şehîdên Minbicê oxir dike, saet 13:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA