QSDˊê nasnameyên 2 şehîdan aşkera kirin

QSDˊê nasnameyên 2 şervanên di 2 bûyerên cuda li rojhilatê Dêrazorê de şehîd bûne aşkera kirin.

QSDˊê nasnameyên 2 şehîdan aşkera kirin
23 adar, 2024   23:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê aşkera kir ku şervanê wan Ukaş Ebû Hemam (Elî Kamil El Elî) ji hêla kesên nenas ve li bajarokê Xeranîc ê Dêrazorê hate gulebarankirin û şehîd bû, her wiha şervanê Hêzên Komandos Zagros (Mistefa Ehmed Yûsiv) di qezayeke şaş a çekê de şehîd bû.

QSDˊê sersaxî da malbatên her du şehîdan û diyar kir ku ew ê rêça wan bişopînin.

Agahiyên li ser nasnameyên her du şehîdan wiha ne:

Navê tevgerî: Ukaş Ebû Hemam

Nav û paşnav: Elî Kamil El Elî

Navê dayikê: Malîke

Navê bav: Kamil

Cih û dîroka jidayikbûnê: Dêrazor-Ebû Hemam/2001

Cih û dîroka şehadetê: Dêrazor-Xeranîc-21ˊê Adara 2024ˊan.

Navê tevgerî: Zagros

Nav û paşnav: Mistefa Ehmed Yûsiv

Navê dayikê: Ayşe

Navê bav: Ehmed

Cih û dîroka jidayikbûnê: Kobanê/1997

Cih û dîroka şehadetê: Dêrazor-Sor-18ˊê Adara 2024ˊan.

(fr)

ANHA