ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 23- 5 – 2025

Şêniyên Hesekê der barê biryara PKK’ê ya bidawîanîna têkoşîna çekdarî de anî ziman ku aştî bi yekalî nabe û got divê dewleta Tirk jî bi rakirina pergala îşkence û qirkirinê ya li Îmraliyê, serbestberdana girtiyên siyasî û mîsogerkirina mafên tevahiya pêkhateyan di destûrê de bersiva pêngava PKK’ê bide. BI WÊNE Û DÎMEN
Şêniyên bajarê Til Temirê piştgirî dan qonaxa sêyemîn a pêngava navneteweyî ya "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirîka Kurd re çareserî" ku dê di demeke nêz de bi dirûşma "Dixwazim bi Rêber Apo re hevdîtinê bikim" dest pê bike. BI WÊNE Û DÎMEN
Di demên dawîn de gelek caran li Qamişloyê pirsgirêka qutbûna avê derket. Gelo hewldanên şaredariyê yên ji bo vê çareserkirina vê pirsgirêkê çi ne? BI WÊNE Û DÎMEN
Endamê NRLS`ê Raman Reşwanî destnîşan kir ku tevî rûxandina rejîma Baasê jî Sûriye hîn jî ji nava şerê navneteweyî derneketiye û got "Ji ber komkujiyan bawerî di navbera pêkhateyan û desthilata Şamê de tune ye. Heke paşguhkirina civakan bidome hinge dê baweriyê neyê dîtin." BI WÊNE Û DÎMEN
Zêdebûna hinardekirina kel û pelên Tirkiyeyê ji bo Sûriyeyê bi rêjeya ji sedî 48 di mehên destpêkê yên 2025’an de şêweyekî bazirganiyê ya nehevseng aşkera dike û nîşaneya dagirtina sûkên Sûriyeyê bi kel û pelên Tirkiyeyê ye, her wiha gefê li pîşesaziya herêmê dixwe û girêdayîbûna aborî ya Sûriyeyê kûr dike. BI WÊNE Û DÎMEN
Koma "Nacar" a govendên folklorîk a li bajarê Til Birakê bi ruhekî kultûrî yê ku bêhna dîrokê û lêdana niha di nav hev re derbas dike, bi pêş dikeve. Kom xwedî peyameke hûnerî ye ku armanca wê mîrasa mezinan vejîne û bi rêya dîlanên ku resentiya cih û pirrengiya xelkê wê derdibirîne biparêze. BI WÊNE
Desteya Çand û Şûnwaran a kantona Reqayê amadekariya lidarxistina Mîhrîcana 1’emîn a Wêjeyî ya Firatê, bi diruşma "Ximava Sûriyeyî ji bo aştiyê" dike û wê 3 rojan dom bike. BI WÊNE Û DÎMEN