Kel û pelên Tirkiyeyê gefan li aboriya Sûriyeyê dixwin

Zêdebûna hinardekirina kel û pelên Tirkiyeyê ji bo Sûriyeyê bi rêjeya ji sedî 48 di mehên destpêkê yên 2025’an de şêweyekî bazirganiyê ya nehevseng aşkera dike û nîşaneya dagirtina sûkên Sûriyeyê bi kel û pelên Tirkiyeyê ye, her wiha gefê li pîşesaziya herêmê dixwe û girêdayîbûna aborî ya Sûriyeyê kûr dike.

Kel û pelên Tirkiyeyê gefan li aboriya Sûriyeyê dixwin
23 gulan, 2025   07:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Albert Einstein gotiye, "Dînîtî ew e ku merov heman tiştî dubare bike û li bendê be ku encamên cuda hebin." Ev wesif û ravekirin ji bo rêbaza rayedarên niha yên desthilata Şamê derbasdar e, ku heman siyastên aborî yên karesatê yên rejîma berê dubare dikin, nexasim a têkildarî bazirganiya bi Tirkiyeyê re.

Duh Yekitiya Hinardekarên Tirkan aşkera kir ku di 4 mehên destpêkê yên îsal de bi rêjeya ji sedî 48 hinardekirina kel û pelên Tirkiyeyê ji bo Sûriyeyê bilind bûye. Ev mirov vedigerîne beriya 2011’an, dema rejîma Beşar Esed rê da ku kel û pelên Tirkiyeyê bêyî bacên gumrikê derbasî Sûriyeyê bibin û bi wê yekê girêdayîbûna bazirganiyê bi Tirkiyeyê re xurt kir û zirar gihand kel û pelên navxweyî.

Li gorî çavdêrên aborînas, hemwextî rewşa aborî ya xerab a Sûriyeyê, êdî wê sûkên Sûriyeyê bi kelûpelên Tirkiyeyê tije bibin. Ev berfirehbûna hawirdekirinê li ser hesabê hilberîna navxweyî ne tenê nehevsengiya bazirganiyê nîşan dide, ew di heman demê de gefek rasterast li ser serweriya aborî ye. Ew kêmasiya (acizbûna) bazirganîyê girantir dike, zextê li ser nirxa lîreya Sûrîyeyê dike û girêdayîbûna bi aboriya Tirkiyeyê ve kûrtir dike, ku bandoreke zêde li ser beşên sereke yên aborî li Sûrîyê dike.

Encamên van siyasetan tenê digel hejmaran de disekine, lê bel pîşesaziya Sûriyeyê hêdî hêdî şiyana xwe ya hevrikiyê ji dest dide û derfetên kar kêm dibin, hîma hilberîna niştîmanî qels dibe û tu siyaseteke parastinê ya cidî nîn e. Di demeke navîn de, wê sûka Sûriyeyê bibe dergehek xerîdar a girêdayî, ku berjewendiyên biyanî li ser hesabê derfetên vejîna navxweyî têr dike.

Digel nebûna nêrîneke aborî ya serbixwe, mekanîzmeyên çavdêriya tund û alavên parastina gumrikê yên bibandor desthilata Şamê bi modeleke hilweşyayî ya nebûna hilberîna neteweyî û pîşesazî ve diçe, berevajî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku xwe dispêre koperatîv û rêbaza xwetêrkirinê.

(mh/fr)

ANHA