Siyasetmedar: Danezana Destûrî daxwazên gelê Sûriyê pêk nayne
Siyasetmedarên li kantona Reqayê diyar kir ku "Danezana Destûrî" ya desthilata Şamê ne li gorî xwestekên gelê Sûriyeyê ye, li ser gelê Sûriyeyê hatiye ferzkirin û li dijî yekparebûna xak û çanda wan e.

Îmzekirina "Danezana Destûrî" ji aliyê serokê desthilata Şamê Ehmed El Şari ve di 13’ê Adarê de, bû sedema bertekên derdorên civakî û siyasî.
Siyasetmedarên ji Reqayê ji ajansa me re diyar kir ku ev danezan ne li gorî rêgezên şoreşa Sûriyeyê ye.
Kamel El Werd ê endamê Partiya Muhafazekar, diyar kir ku danezan ne li gorî daxwazên gelê Sûriyeyê ye ku li dijî rejîma Esed rabûye û got: "Mixabin Danezana Destûrî daxwazên gelê Sûriyê pêk nayîne, divê ji nû ve were amadekirin daku hemû pêkhateyên Sûriyeyê di nav xwe de bihewîne û nêrîna wan ji bo destûreke rast nîşan bide.”
El Werd bal kişand ser ezmûna Hevpeymana Civakî ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û ew wek ezmûneke pêşketî û berfireh bi nav kir. El Werd diyar kir ku Hevpeymana Civakî bi gel re dihate gotûbêjkirin, di heman demê de nûnetiya wekhev a jinan pêk tîne. Her wiha hêvî kir ku Danezana Destûrî ya Şamê bêtir berfirehtir be ku daxwazên hemû Sûriyeyiyan nîşan bide.
Endamê Nivîsgeha Têkiliyên Giştî ya Meclisa Sûriyeya Demokratîk Mihemed Derwîş diyar kir ku danezan li ser gelê Sûriyeyê hatiye ferzkirin û ne li gorî yekparebûna xak û çanda Sûriyeyê ye.
Berdevkê Partiya Nûjen û Guhertina Demokratîk Mihemed El Ebûd jî got danezan hemû ol û baweriyên li Sûriyeyê di nav xwe de nagire. Her wiha daxwaz kir ku danezan ji nû ve were sazkirin bi awayekî ku rêzê li cihêrengiya olî û çandî bigire, mafên jin û ciwanan misoger bike, û Sûriyeyê wek dewleteke piralî, demokrat û nenavendî bi hêz bike.
(k)
ANHA