ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 23-11-2025

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 23-11-2025
23 mijdar, 2025   02:00

 Şêniyan girtina rêyên di navbera herêmên Rêveberiya Xweser û herêmên din ên Sûriyeyê de şermezar kir û destnîşan kir ku girtina rêyan pirsgirêkên aborî zêdetir dike û bandorê li tevgera çûn û hatinê û bazirganiyê dike. BI WÊNE Û DÎMEN.

Serokê Tevgera Karê Sivîl a Sûriyeyê parêzer Îsa Îbrahîm diyar kir ku di van demên dawîn de li dijî beş û pêkhateyên Sûriyeyê yên diyar, li ser paşxaneya olî û mezhebî, sûc û revandin zêde bûne û got, "Desthilata heyî hevbendiyeke tundraw ji komên rêxistina El Qahîde ya terorîst ku endamên wê ji tevahî dewletên cîhanê ye, pêk tê." BI WÊNE Û DÎMEN.

Li Dirbêsiyê gundê Jinwar heye ku wek ezmûneke civakî bi tevahî ji hêla jinan ve tê birêvebirin. Li wî gundî jiyana xwe dûrî hemû şêweyên tundiyê ji nû ve ava dikin. BI WÊNE Û DÎMEN.

Çavdêran gera Netanyahu ya sînorê başûrê Sûriyeyê wekî gaveke siyasî û stratejîk a bêhempa nirixand. Li aliyekî din hevalbendên Tirkiyeyê helwstên xwe diguherin û hebûna Enqerê ya herêmî tevngav dikin. Şerê li Ukraynayê welatên Ewropî ne aram kiriye. BI WÊNE Û DÎMEN.

Nivîsgeha Jinan a Meclisa Sûriyeya Demokratîk MSD`ê li Reqqayê, li Hola Îştarê peneleke siyasî bi navê "Jinên Sûriyeyê di navbera Tundiya Siyasî û Avakirina Sûriyeyeke Nû de" li dar dixe. 10.00. BI WÊNE Û DÎMEN.

Li kantona Dêrazorê konferansa yekem ya komînan li parka Ewafî ya li bajarê Hecînê

 tê lidarxistin, 10.00.

Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrikê, ji bo şervanê Hêzên Rizgariya Efrîn, Simko Dilpak merasîma xiyabî li dar dixe, li Navenda Şehîd Hogir a Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyeyê li Dêrikê. 11.00.  

Bi boneya 25ê Mijdarê, Yekîtiya Ragihandina Azad (YRA) û Yekîtiya Ragihandina Jin (YRJ) dê li navenda YRA ya li Qamişlo civîneke çapemeniyê li dar bixin.11.00

Kongra Star li Dirbêsiyê dê li ser tundiya li ser jinan civînekê li dar bixe. 10.00 BI WÊNE Û DÎMEN.

Heyva Sor a Kurd dê li ser rewşa mirovî ya li Siwêdayê li navenda xwe ya li Qamişlo daxuyaniyekê bide. 11.00 BI WÊNE Û DÎMEN.

Li bajarokên Hîşa û Suluk ên digrêdayî Eyn Îsa li kantona Firatê, dê konferansa komînan were lidarxistin. 11.00 BI WÊNE Û DÎMEN.

Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyeyê û Meclîsa Malbatên Şehîdan dê li Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xudo ya li Kobanê merasîmek bîranînê ji bo şehîdên meha Mijdarê li dar bixin. 13.00 BI WÊNE Û DÎMEN.