50 kamyonên alîkariyên mirovî derbasî Siwêdayê bûn

Digel berdewamkirina ambargoya ku hikumeta veguhêz a Sûriyeyê li ser Siwêdayê ferz kiriye de, 50 kamyonên alîkariyên mirovî derbasî bajêr bûn.

50 kamyonên alîkariyên mirovî derbasî Siwêdayê bûn
22 cotmeh, 2025   23:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi hevkariya Heyva Sor a Sûriyeyê 50 kamyonên alîkariyên mirovî di rêya Şam-Siwêdayê re derbasî Siwêdayê bûn.

Ev alîkarî, piştî 24 saetan ji derbasbûna karwana mirovî ya Komîteya Navneteweyî ya Xaça Sor û Desteya Tibî ya Navneteweyî (IMC), pêk hat. Alîkariyên duh radestî Nexweşxaneya Wetenî û Gerînendetiya Tenduristiyê ya Siwêdayê hatin kirin.

(mh/fr)