ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 23-1-2025

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 23-1-2025
23 ÇILE, 2025   02:00

Baran Qamişlo yê li ser hezkirina welêt û parastina rûmeta wî mezin bûye, di bîra welatan de semboleke nemir û çirûska bi baweriya bi dozê vêketî ye. Ji bo amaneta bavê xwe yê şehîd mînaka wefedariyê ye. Di her gavekê li ser rêya berxwedanê, mohreke cesaret û lehengiyê li dû xwe hişt. Çîroka lehengiyekê ku nayê jibîrkirin, bi destanekê bi dawî kir. BI WÊNE Û DÎMEN

Parêzer Xalid Omer diyar kir ku êrişên li dijî rojnemevanan li gorî zagonên navnetewyî sûcên şer in û astengkirina radestkirina canazeyên wan bo malbatan, kiryareke derexlaqî û ne hiqûqî ye. BI WÊNE Û DÎMEN

Oldarên kantonên Reqa û Tebqayê banga yekitî û piştgiriya QSD’ê kir û got dewleta Tirk a dagirker dixwaze demografiya Sûriyeyê biguherîne û dagir bike. BI WÊNE Û DÎMEN

Gundê Abîre yê li gundewarê bajarê Çilaxa yê kantona Cizîrê ku bi "Gundê Şehîdan" tê naskirin xwedî çîrokeke têkoşînê ya bi salan e. Malbata welatparêzê nemir Ebdullah Yûsif red kir ku çekên şehîdên wê li erdê bimînin, nifş bi nifş çekê radikin û têkoşîna avakirina civakeke demokratîk a xwe dispêre edalet û wekheviyê didomînin.  BI WÊNE Û DÎMEN

Şêwirmendê giştî yê Meclisên Ermenî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Îmad Tetaryan diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker bi armanca têkbirina projeya rêveberiya xweser hewl dide nakokiyan di navbera pêkhateyên herêmê de derxe. Her wiha diyar kir ku QSD û Rêveberiya Xweser bingeha rast a Sûriyeyeke demokratîk, piralî û nenavendî ne. BI WÊNE Û DÎMEN

Ragihandina azad di doza rojnamevan Silêman Ehmed de roleke mezin lîst û di encamê de piştî 7 mehan û 4 rojan, parêzer bi Ehmed re hevdîtin çêkir û dûre bi birayê xwe re bi rêya telefonê axivî. Piştî 454 rojan rojnamevan Silêman Ehmed hat berdan. BI WÊNE Û DÎMEN

Xelkê bajarê Kobanê canogoriyên berxwedana bendava Tişrînê û pira Qereqozaqê li Pakrewangeha Şehîd Dicle oxir dike, (13:00) BI WÊNE Û DÎMEN

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê der barên sûriyeyiyên li Kampa Holê de li kampê daxuyaniye dide raya giştî, (10:00) BI WÊNE Û DÎMEN

Meclisa Malbatên Şehîdan a Dirbêsiyê yê kantona Cizîrê ji malbatên şehîdan ên bajêr û gundewarê wî re der barê şîrovekirina pêşdeçûnên dawî yên qada siyasî de civînekê li dar dixe û di dawiyê de der barê êrişên ser li bendava Tişrînê û xwepêşandêrên li bendavê de daxuyaniyekê dide, (10:00) BI WÊNE Û DÎMEN

Navenda Çand û Hunerê ya bajarê Til Birakê yê kantona Cizîrê ji raya giştî re der barê êrişên bênavber ên dewleta Tirk a dagirker ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û xwepêşandêrên li bendava berxwedanê de daxuyaniyekê dide û piştgiriya xwe ji QSDˋê re nîşan dide, (10:00) BI WÊNE Û DÎMEN

Rêxitinên jinan ên li bajarê Hesekê yê kantona Cizîrê der barê cezayê darvekirinê yê li dijî çalakger Pexşan Ezîzî de ji hêla rejîma Îranê ve li Seken Şebabî ya taxa Neşwê daxuyaniyekê dide, (12:00) BI WÊNE Û DÎMEN