QSD`ê nasnameyên 7 şehîdan aşkera kirin

Navenda Ragihandinê ya QSDˋê nasnameyên 7 şervanên xwe ku di berxwedana dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker û DAIŞˋê de şehîd bûne, aşkera kirin.

QSD`ê nasnameyên 7 şehîdan aşkera kirin
22 ÇILE, 2025   23:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ragihand ku di berxwendana li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker de 7 şervanên wê şehîd bûne.

QSD`ê di daxuyaniya xwe de wiha nivisî: "Em sersaxî ji xwe û ji malbatên her 7 şehîdan re dixwazin. Ev şervan li eniyên berxwedanê yên li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker, li dijî DAIŞ`ê tê koşiyane, gihîştin asta şehadetê. Em soz didin gelê xwe ku çawa li hember DAIŞ`ê bi serketin dê di berxwedana li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê de bi ser kevin. Em ê rêya şehîdên xwe bidomînin û xewnên şehîdên xwe pêk bînin."

Li gorî daxuyaniyê agahiyên li sernasnameyên şehîdan wiha ne:

Nasnav: Amanos Xezînî

Nav û paşnav: Oso Mehmûd Bekî

Navê dayîkê: Hiyam

Navê bav: Mehmûd

Cihê ji dayîkbûnê: Minbic

Cih û dîroka şehadetê: Pira Qereqozaqê, 11`ê Kanûna 2024`an.

Nasnav: Dijwar Xezînî

Nav û paşnav: Riyad Şukrî Bekî

Navê dayîkê: Îde

Navê bav: Şukrî

Cihê jidayîkbûnê : Xezînî

Cih û dîroka şehadetê: Pira Qereqozaqê. 11`ê Kanûna 2024

 Nasnav: Sarût

Nav û paşnav: Omer Ezîz El Eliyan

Navê dayîkê; Foza

Navê bav: Ezîz

Cihê ji dayîkbûnê: Derenc

Cih û dîroka şehadetê: Derenc, 20`ê Çileya 2025

 

Nasnav: Şoreş Xezînî

Nav û paşnav: Mihemed Mehmûd Bekî

Navê dayîkê; Hiyam

Navê bav: Mehmûd

Cihê jidayîkbûnê: Minbic

Cih û dîroka şehadetê: Pira Qereqozaqê. 11`ê Kanûna 2024

 

Nasnav: Agirî Hesekê

Nav û paşnav: Mehmûd Mihemed El Ezawî

Navê dayîkê: Ehlam

Navê bav: Mihemed

Cihê jidayîkbûnê: Hesekê

Cih û dîroka şehadetê: Aliya, 15`ê Çileya 2025

  

Nasnav: Dêrsim Hesekê

Nav û paşnav: Ehmed Hemîd Yasîn

Navê dayîkê: Emşe

Navê bav: Hemîd

Cihê jidayîkbûnê: Hesekê

Cih û dîroka şehadetê: nexweşxane, 21`ê Çileya 2025

 

Nasnav: Ehmed Omer Qarî

Nav û paşnav: Ehmed Omer Qarî

Navê dayîkê: Fatme

Navê bav: Omer

Cihê jidayîkbûnê: Kobanê-Yarmaz

Cih û dîroka şehadetê: Kobanê, çiyayê Berkel, 19`ê Çileya 2025ˋan