QSD, MSD û Rêveberiya Xweser pêşdeçûnên dawîn nîqaş kirin

QSD, MSD û Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo nîqaşkirina pêşdeçûnên leşkerî û siyasî yên li Sûriyeyê li hev civiyan.

QSD, MSD û Rêveberiya Xweser pêşdeçûnên dawîn nîqaş kirin
QSD, MSD û Rêveberiya Xweser pêşdeçûnên dawîn nîqaş kirin
QSD, MSD û Rêveberiya Xweser pêşdeçûnên dawîn nîqaş kirin
QSD, MSD û Rêveberiya Xweser pêşdeçûnên dawîn nîqaş kirin
23 ÇILE, 2025   00:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî malperên fermî yên aliyên beşdar, di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD), Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) û Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de civîn hat organîzekirin.

Li gorî malperan, aliyên beşdar pêşdeçûnên dawîn ên li Sûriyeyê nîqaş kirin. Di nîqaşan de bal li ser diyaloga bi rêveberiya nû ya li Şamê re, pêwîstiya bidawîkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat kişandin.

Di civînê de gelek biryar hatin dayîn û wiha ne; divê tevahî aliyên navneteweyî rola xwe ya zextkirina li dewleta Tirk a dagirker bilîzin ku bigihînin agirbesteke giştî û wê neçar bikin ku li gorî peymanên îmze kirine, tev bigere, her wiha pêwîstî bi pêkanîna agirbesteke giştî li tevahî xaka Sûriyeyê heye.

Her wiha di biryaran de hat diyarkirin ku divê têkilî bi hemû pêkhateyên li herêmên Sûriyeyê re werin zêdekirin, eniya hundirîn were xurtkirin ku di pêşdeçûnên rojane yên li Sûriyeyê dibin re aktîvker be.

Li gorî dîmenên tevî nûçeyê hatine parvekirin, di civînê de Fermandarê Giştî yê QSDˋê Mazlûm Ebdî, endama Fermandariya Giştî ya YPJˋê Rohilat Efrîn, hevserokên MSDˋê Leyla Qereman û Mehmûd El Mislit, hevserokên Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demoratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Evîn Siwêd û Hisên Osman û cîgirên wan, beşdar bûn.

(fr)