ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 23-04-2024

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 23-04-2024
23 nîsan, 2024   02:00

Endamên Kongra Star tecrîda mutleq a li ser Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û diyar kir ku azadiya wan a ku Rêber Abdullah Ocalan banga wê kiriye, bi bidestxistina azadiya wî ya fîzîkî dê pêk were.

Di 46 salên ragihandina azad de nêzî 100 rojnamevanan jiyana xwe di oxira rêya lêgerîna rastî û azadiyê de kir qurban û bûn sembola ragihandina azad.

Çalakvanên siyasî û oldaran diyar kir ku çareserkirina dosyaya DAIŞ`ê berpirsyariya civat û hêzên navneteweyî ye û erka civaka li herêmê bi rizgarkirina herêman ji DAIŞ`ê bi dawî bûye. Her wiha destnîşan kir ku çareserkirina dosyaya çeteyên girtî û malbatên wan ên di kampan de, erka wan dewletan e ku welatiyên wan di nava vê rêxistina terorîst de ne.

Berpirsên partiyên siyasî ku dijî êrişên dagirkeriyê daxuyaniya hevpar dan, xwestin ku ji bo yekrêziyê kongferansek were pêkanîn û şandeyan bişînin Bexda û Şamê.

Kesayetên civakî li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê got bi saya hevgirtina nîştimanî ya di navbera beşên civakê de, xelkê herêmê li hember êrişan li ber xwe dide û birêvebirina herêmên xwe didomîne.

Dayikên gerîla ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk li ser çiyayên Kurdistanê û şermezarkirina tevkarî û îxaneta PDKˊê li Qada Şehîdan a taxa Şêxmeqsûdê daxuyaniyekê didin, saet 10:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Xelkê navçeya Tirbespiyê ji bo şermezarkirina îxaneta PDKˊê û êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê meşekê li dar dixe û ji pêş navenda Kongra Star dest bi meşê dike, saet 12:00ˊan. Her wiha xelkê navçeya Til Hemîsê jî ji pêş meclisê meşekê li dar dixe, saet 12:00ˊan, girêdayî mijarê xelkê Til Koçer û bajarokên wê ji Çerxerêya Delê dest bi meşekê dike, saet 12:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)