YRAˊyê rojnamevan xelat kirin

YRAˊyê Roja Rojnamevaniya Kurdî pîroz kir û xelata Mazlûm Bakok li rojnamevanan belav kir.

YRAˊyê rojnamevan xelat kirin
YRAˊyê rojnamevan xelat kirin
YRAˊyê rojnamevan xelat kirin
YRAˊyê rojnamevan xelat kirin
YRAˊyê rojnamevan xelat kirin
YRAˊyê rojnamevan xelat kirin
YRAˊyê rojnamevan xelat kirin
YRAˊyê rojnamevan xelat kirin
YRAˊyê rojnamevan xelat kirin
YRAˊyê rojnamevan xelat kirin
22 nîsan, 2024   23:54
QAMIŞLO

Bi boneya 126ˊemîn a Roja Rojnamevaniya Kurdî, YRAˊyê şahiyek li dar xist û xelat li rojnamevanên heqîqet û rastiya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji cîhanê re veguhastine belav kirin.

Merasîma xelatkirinê li Xwaringeha Merry Land a li Qamişloyê bi beşdariya nûnerên ji Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û bi dehan rojnamevan hat lidarxistin.

Di şahiyê de hevserokê YRAˊyê Dilyar Cizîrî axivî û Roja Rojnamevaniya Kurdî li tevahî rojnamevanan pîroz kir.

Cizîrê revandina rojnamevan û edîtorê Rojnewsˊê Silêman Ehmed şermezar kir û bang li aliyên têkildarî û rêxistinên parastina rojnamevanan dikin kir ku ji bêdengiya xwe ya li dijî rojnamevanan derkevin.

Li aliyekî din jî endamê YRAˊyê Refîq Îbrahîm axivî û got: "Encamên Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo gelên herêmê bi giştî baş bûn û ji bo ragihandinê jî bi taybet. Îro zemîneke baş a ragihandinê çêbûye. Em serketina pergala biratiya gelan, ruxmî tevahî êriş û planan, silav dikin."

Îbrahîm bang li tevahî rojnamevanan kir ku têkoşîna xwe ji bo pêkanîna azadî, edalet û demokrasiyê bilind bikin û wiha bi dawî kir: "Em bi hêvî ne Roja Rojnamevaniya Kurdî bibe gaveke nû ber bi ragihandina pîşeyî ve û em layiqî baweriya hevalên me yên şehîd ji me re hiştine, bin."

Dûre hevserokê Daîreya Ragihandinê ya Rêveberiya Xweser Ciwan Mela Îbrahîm axivî û behsa rola rojnamevanên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê der barê veguhastina rastiya gelên herêmê de kir û got: "Yên ku dengê Şoreşa 19ˊê Tîrmehê vedaye û ji cîhanê re aşkera kiriye, fedakariyên rojnamevanên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bûn. Çawa Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, şoreşa siyasî, leşkerî û civakî ye, şoreşa ragihandinê ye jî."

Piştre koma Yekpar a stranan, hunermend Bêrîvan Botan û koma Cûdî ya stranan stran pêşkêş kirin.

Dûre rojnamevan hatin xelatkirin; pêşkêvan radyoya Star FM Rîham Ebdullah, pêşkêşvanê Kanla Rojava TV Şerîf Mihemed, edîtora Rojnameya Ronahî Bêrîvan Xelîl xelatên xebat û domdariya di aliyê rojnamegeriyê wergirtin, nûçegihana kanala Ronahî TV Ciwana Cuma, nûçegahiana kanala JIN TV Delîla Egîd xelata  werekiyê wergirtin, rojnamevan û edîtorê Rojnewsˊê Silêman Ehmed ku ji 181 rojan ve ji hêla PDKˊê hatiye revandin xelata Kurdistanî wergirt, xelata cîhanî jî nivîskar û rojnamevan Îlham El Melîcî wergirt. Nûçegihana JIN TV Loristana Derwêş jî xelata keda û sipasiyê wergirt.

(fr)