Dijî dagirkeriyê banga konferans û avakirina şandeyan

Berpirsên partiyên siyasî ku dijî êrişên dagirkeriyê daxuyaniya hevpar dan, xwestin ku ji bo yekrêziyê kongferansek were pêkanîn û şandeyan bişînin Bexda û Şamê.

Dijî dagirkeriyê banga konferans û avakirina şandeyan
23 nîsan, 2024   06:17
QAMIŞLO
SÎMA BIROKÊ

33 partiyên siyasî û rêxistinên li Herêma Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê li dijî êrişên dewleta Tirk  a dagirker ên li ser Herêmên Parastina Medyayê duh (22 Nîsan) li bajarê Qamişlo daxuyaniyek hevpar dabûn û bang li hêzên navnetewî û Kurdistanî kiribûn.

Sekreterê Partiya Demokrata Kurd a Roj li Sûriyeyê Kovan Keno û Hevserokê Partiya Kesk a Demokratîk Luqman Ehmê ku tevlî daxuyaniyê bibûn, nêrînên xwe yên têkildarî helwesta dijî dagirkeriyê ji ANHA’yê re vegotin.

KOVAN KENO: DIVÊ KONFERANS PÊK WERE

Sekreterê Partiya Demokrata Kurd a Roj li Sûriyeyê Kovan Keno diyar kir ku gelê Kurd li Kurdistanê bi komkujiyan re rû bi rû dimîne, lewma ji tevger û gelê Kurd tê xwestin ku yekrêziya xwe ava bikin û wiha got: “Divê konfranseke bo yekîtiyê bê lidarxistin da ku em bibin xwedî yek helwestek.”

Kovan Keno da zanîn ku navbera partiyên herêmê de li ser mijarên cuda hevdîtin tên çêkirin û wan jî di van hevdîtinan de nêrînên xwe anîne ziman û wiha dom kir: “Ji bo rêgirtina hevkariya bi dewleta Tirk re, me wekî partiya Roj pêşinyar kiriye ku hevdîtinên bi rêjîma Sûriyeyê, Bexda-Herêma Kurdistanê û hêzên din re şande bên avakirin.”

LUQMAN EHMÊ: DIVÊ TU HÊZ NEBIN HEVKAR

Hevserokê Partiya Kesk a Demokratîk Luqman Ehmê jî destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker dixwaze şerê Kurd bi Kurd derxîne û got: “Divê tu hêzên Kurdî nebin hevkarê van êrişên li dijî hêzên gerîla”.

Ehmê ji hemû kesayetên aştîxwaz û demokrat jî xwest ku helwestek nîşan bidin.

(a)

ANHA