ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 22-2-2025

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 22-2-2025
22 sibat, 2025   02:00

Hin hevdîtin jiyana mirov didin guhertin û dihêlin ku bi çavekî din li cîhanê binerin. Hevdîtina wî ya yekemîn a bi Rêber Abdullah Ocalan re ku xeyaleke bi salan bû, bû rastî. Hevdîtina ku 6 saetan dewam kir, di jiyan û kesayeta wî de guhertin çêkirin û bû sedem ku biryara jêneveger a "ji têkoşînê veger nîn e û bazirganî li ser dozê nayê kirin" bide. BI WÊNE Û DÎMEN

Nobedarên Bendava Tişrînê bi israr in ku heya rawestandina êrişan nobedariyê bikin û got "Em ê bi xwîna xwe bendava bi xwîna şehîdan hatiye avdan biparêzin." BI WÊNE Û DÎMEN

Meclisa Jinan a Sûriyeyê bi armanca lidarxistina kongreyeke nîştimanî ya jinan ku mafên wan di siberoja Sûriyeyê de mîsoger bike, civînan li herêmên cuda yên Sûriyeyê li dar dixe. BI WÊNE Û DÎMEN

Siyasetmedarê Sûryeyî Fîras Qesas diyar kir ku divê desthilata Şamê ber bi siyaseteke hevkariya niştimanî ve biçe, bêyî ku tu hêz, pêkhate û neteweyekê paşguh bike. Qesas diyar kir ku tevî hin nîşanên erênî jî ji Şamê hene, lê nîşanên din jî hene ku tirs û fikaran zêde dikin.

Bi boneya sedsaliya şoreşa Şêx Seîd Pîranî, Kongteya Neteweyî ya Kurdistanê panelkê li hola El burc li bajarê Qamişlo lidar dixe. (16:00) BI WÊNE Û DÎMEN

Partiya Yekîtiya Demokratîk li kantona Reqayê penelekê der barê geşedanên siyasî li Sûriyeyê li dar dixe, li Navendsa Çand û Hunerê ya Reqeyê. (11:00) BI WÊNE Û DÎMEN

Komek şêniyên kantonên Reqa, Tebqa û Dêrazorê, ji bo beşdarî çalakiya nobedariyê bibin, berê xwe didin bendava Tişrînê. (11:00) BI WÊNE Û DÎMEN

Ofîsa Têkiliyan ya MSD`ê bi sernavê "asoyên çereseriyê li Sûriyeyê" semînerkê li Navenda Mala Êzîdiyan li bajarê Amûdê lidar dixe. (11:00) BI WÊNE Û DÎMEN

Meclisa şaredariyên kantona Cizîrê, ji bo damezrandina Yekîtiya Şaredariyên Kantona Cizîrê, civînekê li bajarê Hesekê li dar dixe. (10:00) BI WÊNE Û DÎMEN