Çalakvanên li bendava Tişrînê dagirkerî şermezar kirin û piştgiriya xwe bo QSD`ê anîn ziman

Beşdarên meşa girseyî ya li bendava Tişrînê bi meşeleyan navê Hêzên Sûriyeya Demokratîk çêkirin. Beşdaran tekez kirin ku ew ji bo parastina axa xwe bi biryar in.

Çalakvanên li bendava Tişrînê dagirkerî şermezar kirin û piştgiriya xwe bo QSD`ê anîn ziman
Çalakvanên li bendava Tişrînê dagirkerî şermezar kirin û piştgiriya xwe bo QSD`ê anîn ziman
Çalakvanên li bendava Tişrînê dagirkerî şermezar kirin û piştgiriya xwe bo QSD`ê anîn ziman
Çalakvanên li bendava Tişrînê dagirkerî şermezar kirin û piştgiriya xwe bo QSD`ê anîn ziman
Çalakvanên li bendava Tişrînê dagirkerî şermezar kirin û piştgiriya xwe bo QSD`ê anîn ziman
Çalakvanên li bendava Tişrînê dagirkerî şermezar kirin û piştgiriya xwe bo QSD`ê anîn ziman
Çalakvanên li bendava Tişrînê dagirkerî şermezar kirin û piştgiriya xwe bo QSD`ê anîn ziman
Çalakvanên li bendava Tişrînê dagirkerî şermezar kirin û piştgiriya xwe bo QSD`ê anîn ziman
Çalakvanên li bendava Tişrînê dagirkerî şermezar kirin û piştgiriya xwe bo QSD`ê anîn ziman
21 sibat, 2025   19:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Şêniyên ku li bendava Tişrînê çalakiya nobedariya parastinê dikin, meşek li dar xistin û biryardariya xwe ya  têkoşîna li hember êrişên dewleta Tirkiyeyê û çeteyên wê anîn ziman.

çalakvanan bi pêşengiya jinan û ciwanan meşele hilgirtin û bi meşeleyan navê QSD`ê çêkirin, weke sembol û nîşana piştgiriya şervanên QSD`ê.

Her wiha çalakvanan alên QSD`ê bilind kirin, û tekez kirin ku ew ên li kêleka hêzên xwe li hermber hemû êrişan têkoşîna xwe berdewam bikin.

Di meşê de beşdaran bê navber siloganên "Bijî Hêzên Sûriyeya Demokratîk", "Bijî Berxwedana Bendava Tişrînê", "Berxwedan jiyan e" berz kirin.

Ji 8’ê Çileyê ve gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî êrişên dewleta Tirkiyeyê û çeteyên wê li ser bendava Tişrînê çalakiya nobedariyê dikin.

(k)

ANHA