Îsraîlê bombeyên ronahiyê avêtin gundewarên Quneytîrayê

Îsraîlê bombeyên ronahiyê avêtin gundewarên li bakurê Quneytrayê ya Colanê.

Îsraîlê bombeyên ronahiyê avêtin gundewarên Quneytîrayê
22 sibat, 2025   09:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), hêzên Îsraîlê bombeyên ronahiyê avêtin rojavayê bajarokê Heder û Cebasa El Xeşeb ên li bakurê Quneytra ya Colanê.

SOHR’ê diyar kir ku Îsraîlê ji her tevgereke nêzî sînorê Colanê bi fikar e, lewra derbasî axa Sûriyeyê dibe, bombeyên ronahiyê diavêje û ji bo lêgerîna li çekan malan kontrol dike.

Hêzên leşkerî yên Îsraîlê duh ketibûn gundê Afanya yê bakurê Quneytîrayê.

(bb)