ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 22 – 11 – 2024

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 22 – 11 – 2024
22 mijdar, 2024   02:00

Jinên li taxa Şêxmeqsûd a Helebê diyar kir ku aştî û çareserkirina aloziyan bi azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan ve girêdayî ye û diyar kir ku ew ê mîna Rêber Abdullah Ocalan li ber xwe bidin ta ku azadiya wî ya fîzîkî bi dest bixin.

 Li hemberî tundiya li ser jinan li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Rêxistina Sara ya Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan bi awayekî çalak tê dikoşe. Di nava 10 mehan de 388 bûyer û sûcên li dijî jinan şopandine.

 Rûspiyê êla Kaska şêx Mihemed Seîd Nayîf got bi saya yekitiya pêkhateyan gef û êrişên li dijî projeya netewa demokratîk têk çûn. Her wiha got modela Rêveberiya Xweser çareseriya aloziya li welêt e.

 Desteya Çand û Hûnerê ya Herêma Cizîrê wê bi tabloyên 55 wênesazan li Qamişlo pêşangehekê veke.

 Cotkarên herêma Bakur û Rojhialtê Sûriyeyê dest bi dirûna kunciyan kir. Cotkar dibêjin berhema îsal baş e.