‘Yekitiya pêkhateyan gef û êrişên li dijî neteweya demokratîk têk birin’

Rûspiyê êla Kaska şêx Mihemed Seîd Nayîf got bi saya yekitiya pêkhateyan gef û êrişên li dijî projeya netewa demokratîk têk çûn. Her wiha got modela Rêveberiya Xweser çareseriya aloziya li welêt e.

‘Yekitiya pêkhateyan gef û êrişên li dijî neteweya demokratîk têk birin’
22 mijdar, 2024   04:10
QAMIŞLO
EBBAS XELEF

Dewleta Tirk a dagirker û gelek aliyên derve hewldanên xwe ji bo têkbirina Rêveberiya Xweser didomînin.

Pêkhateyên herêmê bi rêgeza berxwedan û têkoşînê ve girêdayî ne. Di vê oxirê de fedakariyên mezin kirin û di encamê de rêveberiyeke demokratîk a xurt ava kir.

Rûspiyê êla Kaska şêx Mihemed Seîd Nahif ji ajansa me re têkildarî mijarê axivî. Nahif diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker ji dema Rêveberiya Xweser hatiye ragihandin ve, dest bi şerê pêkhateyên herêmê kir. Di wî şerî de, hemû rêbaz bi kar anîn ji bo ku vê modela demokratîk tune bike.

Nayif her wiha da zanîn ku fedakariyên pêkhateyên herêmê, yekitiya wan, xwedîderketina wan li Rêveberiya Xweser, hemû êriş û hewldanên tunekirina rêveberiyê têk birin.

Nayif wiha domand: "Gelek aliyên Kurd li dijî hêviyên gelê Kurd in. Divê ew vegerin yekitiya Kurdan, ji ber ku tenê bi yekitiya nîştimanî em dikarin li hember tevahî xetereyan rawestin."

Nayif ev li gotinên xwe zêde kir: "Divê Rêveberiya Xweser pêdiviyên gel bi cih bîne. Bi saya hevkariya di navbera rêveberiyê û gel de, destkeftiyên mezin hatin bidestxistin. Divê ev rêbaz berdewam bike da ku daxwazên pêkhateyên herêmê bigihînin cîhanê nemaze piştî ku rêveberiyê fedakariyên mezin kirin."

Nayif destnîşan kir ku rûspiyên herêmê û gelê wê, piştgiriya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) dikin ku ji keç û xortên herêmê ava bûye û pê bawer e ku dikare gel û axa welat biparêze.

Nayif di dawiyê de bang li pêkhateyên herêmê kir ku piştgiriya Rêveberiya Xweser û QSD `ê bike û têkoşîna avakirina civaka demokratîk û azad bidomîne.

(şx/k)

ANHA