ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 22-05-2026

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 22-05-2026
22 gulan, 2026   02:00

- Li Dêrik û Çilaxayê mamoste û xwendekaran diyar kir ku mafê wan heye zimanê kurdî di destûrê Sûriyeyê de bi fermî were naskirin. BI WÊNE Û DÎMEN

- Li kolanên Sûriyeyê dîmenê kesên temenmezin ku berhemên difiroşin an jî çopê kom dikin, paqijiyê dikin ku nanê xwe peyda bikin serdest e. Ji ber têkçûna aborî lîreya Sûriyeyê li hember dolar 12-15 hezar derbas kiriye. Krîz rasterast bandorê li beşên qels ên civakê dike.

- Di werşeyeke hunerî de çîroka Şahmaranê ya sembola zanyarî û bedewiyê bi destê hunermend Cîhanê zindî dibe, reng digire û dibe parçeyekî hunera Rojava. Hunera wê derbasî deverên din ên Sûriye û heta cîhanê jî dibe. BI WÊNE Û DÎMEN

- Sekreterê giştî yê Hevbendiya Nîştimanî ya Geşkirin û Aştiyê Xalid Cemûl got hikumeta demkî berpirsê rewşa xitimî ya Sûriyeyê ye û mînaka vê yekê jî Siwêda ye. BI WÊNE Û DÎMEN

- Weşanxaneya Şilêr dîwanê helbestan a bi navê "Hêviyên Min Şikestin" ku helbestvan Hesen Abdulselam Mihemed nivîsiye, weşand. BI WÊNE Û DÎMEN