ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 22-04-2024

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 22-04-2024
22 nîsan, 2024   02:00

Bi xurtkirina hişmendiya civakan li hemberî siyasetên pişaftinê, girêdana gelê Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi perspektîfên Rêber Abdullah Ocalan û fikrên wî xurt kir. Rewşenbîrên Reqayê got: "Bi saya fêmkirina rast a fikrên Rêber Abdullah Ocalan, em şêwayên hegemonî û zordestiyê red dikin." (BI WÊNE Û DÎMEN)

Di salvegera 126’an a rojnamevaniya Kurdî de, kevneşopiya ragihandina azad ku bi rojnameya Serxwebûn destpê dike, wekî bîra (hafizeya) serdema nû ya têkoşîna azadiyê, li tevahiya Kurdistan û derveyî welat deng dide.

Jinên kantona Firatê diyar kir ku dewleta Tirk bi êrişên xwe nikare hêz û îradeya wan bişikîne. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Malbata zarokê bi navê Elî Welî ku ji aliyê leşkerên Tirk ve teslîmî çeteyan hatibû kirin û bi îşkenceyê gef lê hatibû xwarin, diyar kir ku hîn jî tu agahî ji zarokên xwe negirtine. Malbatê  banga alîkariyê kir. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Bi armanca parastina sûra dîrokî ya Reqayê, Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantona Reqayê dest bi qonaxa duyemîn a tamîrkirinê kir. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Bi hatina biharê re li gundewarên Kantona Cizîrê berxbirê destpê kir. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker xelkê kantona Firatê meşeke girseyî ji Qada Jina Azad a Kobanê ve dest pê dike, saet 11:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Xelkê Qamişloyê li ser banga Komîteya Însiyatîfa Gel a ji bo şermedzarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê û piştgiriya HPGˊê meşeke girseyî li dar dixe. Meş ji pêş Çerxerêya Sonî dest pê dike, saet 11:00ˊan. Bi heman armancê xelkê Amûdê meşekê li dar dixe, saet 12:00ˊan, her wiha li Çilaxa jî meş li dar dikeve, saet 10:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Xelkê Hesekê ji bo şermezarkirina êrişên dagirkirinê li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê meşekê li dar dixe, saet 12:00ˊan, meş ji pêş Çerxerêya Hemame ya taxa Til Hecer dest pê dike. Xelkê navçeya Dirbêsiyê jî meşekê li dar dixe, saet 10:00ˊan, di heman çarçoveyê de xelkê Til Birakê meşekê li dar dixe, saet 11:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Xelkê taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yê Helebê ji bo şermezarkirina êrişên dagirkeriyê li ser çiyayên Metînayê meşekê li dar dixe, meş ji pêş hola civînan a 8ˊê Adarê dest pê dike, saet 15:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Bi boneya salvegera 126ˊemîn a Roja Rojnamevaniya Kurdî Yekitiya Ragihandina Azad şahiyekê li dar dixe û di şahiyê de xelatên şehîd Mezlûm Bakok belav dike, şahî li hola Mêrland a Qamişloyê tê lidarxistin, saet 18:30ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Bi diruşma ˊEm xaka xwe biparêzinˊ Desteya Jîngeh û Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya li Reqayê panelekê li ser girîngiya jîngehê û rola jinan di parastina wê de li dar dixe. (BI WÊNE Û DÎMEN)