Li Beyrûtê panela têkildarî Rojnamevaniya Kurdî

Weqfa Newroz a Çandî û Civakî bi boneya Roja Rojnamevaniya Kurdî d li Beyrûtê bi beşdariya Kurdistaniyan panelek li dar xist.

Li Beyrûtê panela têkildarî Rojnamevaniya Kurdî
21 nîsan, 2024   22:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Di panelê de endamê Meclisa Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) a Lubnanê Ehmed Serhed li ser Roja Rojnamevaniya Kurdî, dîroka rojnamegeriya Kurdî û derxistina yekemîn rojnameya Kurdî li Qahîreyê di 22'yê Nîsana1898'an de ji aliyê Miqdat Bedirxan ve axivî.

Piştre seroka Weqfa Jîn a Jinan Buşra Elî li ser girîngiya rojnamegeriyê û rola wê di civakê de axivî.

Buşra Elî destnîşan kir ku rojnamegerî nasnameya çandî xurt dike, dîrokê belge dike û di navbera nifşên Kurdî de girêdanê çêdike, her wiha nîqaşên siyasî û naskirima nêrînan û diyalogê di xwe de dihewîne.

Di dawiya panelê de beşdaran li ser Roja Rojnamevaniya Kurdî nîqaş kir.

(mh)