Xelkê Minbicê li dijî êrişên Tirkiyeyê meşiyan

Xelkê kantona Minbicê li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser çiyayên Metîna yên li Herêmên Parastinê yên Medyayê meşeke girseyî li dar xist.

Xelkê Minbicê li dijî êrişên Tirkiyeyê meşiyan
Xelkê Minbicê li dijî êrişên Tirkiyeyê meşiyan
Xelkê Minbicê li dijî êrişên Tirkiyeyê meşiyan
Xelkê Minbicê li dijî êrişên Tirkiyeyê meşiyan
Xelkê Minbicê li dijî êrişên Tirkiyeyê meşiyan
Xelkê Minbicê li dijî êrişên Tirkiyeyê meşiyan
Xelkê Minbicê li dijî êrişên Tirkiyeyê meşiyan
21 nîsan, 2024   23:08
MINBIC

Bi sedan xelkê kantona Minbicê meşale hildan û li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên ji 16ˊê Nîsanê de li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê pêk tên, herikîn qadan. Meş ji hêla Tevgera Ciwanên Şoreşger a kantonê ve hat lidarxistin.

Di meşê de wêneyên Rêber Abdulah Ocalan û pankartên ˊNa ji dagirkeriya Tirk û terora wê ya li ser herêmên me reˊ hatin hildan.

Meş ji Çerxerêya Mîzan heta bi pêş navenda Meclisa Malbatên Şehîdan dest pê kir.

Di meşê de endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê ya kantonê Hisên Begarî axivî û êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê şermezar kirin û got: "Bi berxwedana hevrêyên me HPGˊê em ê êrişê têk bibin û bi fikrê Rêberê me em ê bi ser bikevin."

Begarî wiha bi dawî kir: "Dagirker û xayîn tevî hevkariya PDKˊê nikarin vîna me têk bibin. Em ê bi fikrê Rêber Abdullah Ocalan li hember wan bisekinin."

Meş bi diruşmên silavkirina berxwedana gerîla û şermezarkirina dewleta Tirk a dagirker û xayînan bi dawî bû.

(fr)

ANHA