ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 22-03-2026

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 22-03-2026
22 adar, 2026   02:00

Xelkê bajarê Girke Legê diyar kir ku di vê pêvajoyê de xurtkirina yekitiya gelê Kurd û hevgirtin berpirsyariyek e ku ji her kesî tê xwestin. BI WÊNE Û DÎMEN

Bi hezaran malbatên koçberên Serêkaniyê cejnên xwe di şert û mercên koçberiyê de derbas dikin û hêvî dikin ku vegerin û cejnên xwe li warên xwe pîroz bikin. BI WÊNE Û DÎMEN

Çavdêran diyar kir ku zêdebûna tundrewiyê li Sûriyeyê, digel xirabûna ewlehiyê, nîşaneyên xeternak ên qonaxek nû ya tevliheviyê nîşan dide. Çavdêran destnîşan kir ku şerê Îsraîl-DYA’yê yê li dijî Îranê êdî ne tenê şerekî leşkerî yê rasterast e, lê veguheriye pevçûneke piralî û Îran ditirse ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê hevpeymaneke navneteweyî ji bo ewlekirina Tengava Hurmuzê ava bike. BI WÊNE Û DÎMEN

Endezyarake çandiniyê anî ziman ku îsal dê li Sûriyeyê çandinî baş be, ava binerd û çavkaniyên avê û ava bendavan zêde bûye. BI WÊNE Û DÎMEN

Civak kevneşopiyên xwe yên rojiya Remezanê û cejnê pêk tînin, bi hev re parve dikin, xêran li feqîran dikin û li hevdû dicivin. BI WÊNE Û DÎMEN