Sîpan Hemo ji bo ANHAˊyê: Fitneyek mezin heye neyên lîstikan

Cîgirê Wezîrê Parastinê yê hikumeta demkî Sîpan Hemo der barê bûyerên dawîn de ji ANHAˊyê re got, "Fitneyek mezin heye neyên lîstikan."

21 adar, 2026   23:03

Cîgirê Wezîrê Parastinê yê hikumeta demkî Sîpan Hemo têkildarî daxistina ala Sûriyeyê li Kobanê, bûyerên li dijî gelê Kurd li Efrîn û Helebê û xwepêşandanên koçberên Efrînê li bajarên Rojava ji ANHAˊyê re axivî.

Sîpan Hemo li pêş navenda Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Hesekê girêdayî mijarê axivî û got: "Weke tê zanîn, ji bo ew kirinên li ser sembolên Kurdî çêbûne û lêdanên li dijî ciwanan çêbûne hemû gelê me li vir kom bûye, mafdar e û heqê wan e. Gel li vê derê bertekên xwe tîne ziman. Bê guman ew mafdar in, lê em dibêjin fitneyek mezin heye, lîstokekî pir mezin heye. Em ji bo gelê xwe jî û ji bo tevahî rayedaran dibêjin kesek neyê vê fitnê û neyê vê lîstokê. Serkeftin a gelê Kurd e û careke din cejna Newrozê li we hemûyan pîroz dikim. Ev sedsal sedsala Kurdan e."

(fr)